12 kurte fîlmên Kurdî di çalakiyekê de hatin nîşandan
12 kurte fîlmên Kurdî yên ku di festîvalan da xelat standin li Stenbolê bi rêya çalakiyekê hatin nîşandayîn.
K24 – Stenbol
12 kurte fîlmên Kurdî yên ku di festîvalan da xelat standin li Stenbolê bi rêya çalakiyekê hatin nîşandayîn. Rêveberê festîvalê dibêje armanca me ji vê vê çalakiyê ewe ku em kesên eleqedarê sînemayê li cihekê kom bikin û pêwendiya di navbera wan de bihêz bikin da ku sînemaya Kurdî pêş bikeve. Derhêner û Lîstavanên ku beşdarî çalakiyê jî bûyîn kêfxweşiya li hember vê çalakiyê anîn ziman.
Li Stenbolê li navendeka çand û hunerî ya Kurdan de 12 kurte fîlmên Kurdî yên ku di festîvalan de xelat standin hatin nîşandayîn.Di vê çalakiya ku 3 rojan berdewam bike de li gel nîşandayina kurte fîlman derhêner û lîstikvanên fîlman jî beşdar bûn.Rêveberê vê çalakiyê Tuncay Ozel dibêje her sal gelek kurte fîlmên Kurdî têne çêkirin lê ji ber derfetên kêm ev fîlm nagihîn temaşevanan ji ber wê jî wan biryar daye çalakiyeka wiha bikin da ku hem derhenêr hem jî lîstikvan û temaşevan bikarin xwe bigihînin hevdû.
Rêveberê Çalakiyê Tuncay Ozel ji K24ê re got: ''Kurte fîlmên Kurdî nagihêjin temaşevanan. Yanî tişteka wan bigihîne hevdû gelek kêm e. Ji ber wê me xwest em festîvaleke biçûk pêkbînin. Da ku derhêner, lîstîkvan, şanoger, temaşevan û hemû alî hevdû nasbikin û têkiliyek baş di navbera wan de çêbe. Bi rastî em gihiştin armanca xwe.''
Derhêner Roza erîzîn û lîstikvan Rukiye Kiliçê jî derbarê vê çalakiyê de kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew bi rêya vê çalakiyê hem sînemager û lîstikvanên nû nasdikin hem jî bi rêya vê çalakiyê derfet û motîvasyoneke nû dibînin da ku fîlmên nû çêbikin.
Derhêner Roza Erîzîn dibêje: ''Ev çalakî ji bo naskirinê karekî baş e.Yanî gelek derhêner hene ku tenê bi rêya medyayên civakî hevdû nasdikin û dişopînin lê em ne fikra hevdu nasdikin nê jî bêjin ji projeyekê re alîkarîyek hewce be emê ji kê alikariyê bixwazin. Ji ber wê ev çalakî wê derfetê dide me em hevdu nasbikin û bibin alîkar.piştî ez hatîm vêderê hertişt di serê min de zela bû.''
Lîstikvan Rukiye Kiliç got: ''Ez hatim vê derê min li vêderê gelek derhêner û lîstikvan naskir. Pir keyfa ji vê çalakiyê re hat. Ez jî dixwazim di wextên pêş de alîkarê van çalakiyên wiha bim .Di fîlman de an jî di her karên wan de ez dixwazin piştgirê wan bim.''
Di vê çalakiya nîşanadayîna kurte fîlman de lîgel nîşandayîna fîlman li gel derhêner û lîstikvanan gotubûj hat kirin û Rêveberên çalakiyê jî diyar dikin ku ew dixwazin her du heyvan carekê hinek kurtê fîlmên nû yên Kurdî bînin pêşberî bîneran.