Serokwezîrê Vatîkanê rola Kurdistanê bilind dinirxîne
Serokwezîrê Vatîkan spasiya rola Herêma Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Vatîkan spasiya rola Herêma Kurdistanê dike, ji bo hewandin û parastina Kristiyanan kir û rexne li Hikûmeta Îraqê girt, ku nikariye baweriya vegerê ji bo Kristiyanan dirust bike.
Serokwezîrê Vatîkan Kardînal Pêtro Parolîn ji Kurdistan 24 re got, pêwîst e gerentî ji bo Kristiyanan bê dayîn, lê ji ber ku hikûmeta Iraqê nikarî gerentiyê bide wan, dibe ku hêzeke aştîparêz a navdewletî Kristiyanan biparêze.
Serokwezîrê Vatîkanê ev dû roj in li Kurdistanê ye û ligel berpirsên Kurdistanê civîn encamp dan. Her di wan civînan de Parolîn sekna Kurdistanê beramberî penaberan, bi taybetî Kristiyanan bilind nirxand.
C.B