Pispor: Eger heye Tirkiye û Rûsya bên hemberî hev
Karvedanên biryara Trump ya vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
K24 – Enqere
Karvedanên biryara Trump ya vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Tirkiyeya ku serî de bi guman nêzikî biryarê dibû, li gorî pisporan niha jî hewl dide ku poklîtîkayeke hevsengiyê di navbera Washington û Moskowê de bimeşîne. Pispor beriya serdana Washigntonê serdana şandeya Tirk bo Moskowê surprîz dibînin û bo egera operasyona Rojhilatê Feratê wek hewlên Enqereyê binav dikin. Hin pispor dibêjin, heke Rûsya israr bike ku deverên Amerîkayê vala kiriye rejîma Esed dest deyne ser, wê demê eger heye peywendiyên baş yên Tirkiye û Rûsyayê xirab bibin û proseya Astanayê jî têk biçe.
Piştî biryara serokdewletê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê liv û tevgerdarîya dîplomasîya derve ya Tirkiyeyê jî zêdetir dibe. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavusoglu li gel Wezîrê Bergiriyê Hulusî Akar, Serokê Saloxgeriyê MÎTê Hakan Fîdan û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin bo nirxandina biryara Amerîkayê û li ser piştgiriya egera operasyona Rojhilatê Feratê serdana Rûsyayê kirin.
Beriya serdana Washingtonê ya 8ê Çileyê serdana şandeya Tirk ya bo Moskowê li derdorên polîtîk û li saziyên ramanî bû cihê nîqaşê. Li gorî pisporan Tirkiye naxwaze bi Rûsyayê re were hemberî hev ji loma jî wê hewl bide Rûsyayê bo operasyoneke muhtemel qanih bike.
Akademîsyen Dr.Can Baydarol ji K24ê re got: "Li Sûriyeyê van rojan wekî ku kişik tê lîstin, aktor hemle li ser hemleyê dileyîzin. Beriya serdana Çavuşoğlu ya Rûsyayê radestkirina Minbicê ya bo artêşa Sûriyeyê vê yekê bi zelalî eşkere dike. Tirkiye dibêje em yekrêziya xaka Sûriyeyê diparêzin lê ger li wir pêkhateyên PKKê hebin em amade ne bo operasyonê. Beriya serdana Washingtonê, serdana Moskowayê jî bu surprîz û jixwe herêm valahiyekê hilnagire. Tirkiye li qadê naxwaze bi hêzeke mezin ya wekî Rûsyayê re were hemberî hev."
Hin pispor jî dibêjin, heke Rûsya li gorî tezên Tirkiyeyê tevnegere û piştgirî bide rêkeftina rejîm û YPGê eger heye peywendiyên her du welatan ber bi xirabûnê ve biçe.
Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan dibêje: "Hevdîtinên ku Tirkiye û Rûsyayê dikin gelekî kritîk in. Ger Tirkiye û Rûsya li ser xaleke hevpar li hev bikin, eger heye di navbera Enqere û Şamê de koordînasyonek pêk were da ku ew bikevin kîjan deverî. Lê belê ger Rûsya, israra xwe ya di warê Artêşa Sûriyeyê bikeve hemû herêmên Amerîka jê derketiye de berdewam bike û israra xwe ya ku ji YPGê re bibe mertala parastinê; wê gavê dê hevkariya Tirkiye û Rûsyayê ku bi proseya Astanayê bipêş ketibûn bikeve nav tengasiyeke mezin."
Piştî piştgiriya Amerîkayê ya bo hêzên Kurdî, peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê xirab bûbûn û Tirkiye berê xwe dabû Rûsyayê. Heta bi Rûsya û Îranê re di sala 2017an de proseya Astanayê dabû destpêkirin. Lê belê niha piştî biryara Trump û radesrtkirina Minbicê bo hikûmeta Sûriyeyê li herêmê hevsengî guherîn û wê piştî serdana Moskowayê şandeya Tirk di 8ê Çileyê de biçe Washingtonê.