Li Edenê 7 endamên HDPê hatin binçavkirin

Li bajarê Edene yê Tirkiyê 7 endamên HDPê bi hinceta propagandeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edene yê Tirkiyê 7 endamên HDPê bi hinceta propagandeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê bajarê Edenê, polisan ser hejmarek malên Kurdan de girtin û lêgerîn pêk anîn.

Di encama lêgerîn û lêpirsînan de, 2 ji wan jin bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Serdozger, van endamên HDPê piştgirî dane çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guvenê û li bin wêneyên Abdullah Ocalan de wêne girtine.

Ev 7 endamên HDPê di avahiya ewlekariyê ya bajarê Edenê de tên girtin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment