Leyla Guven beşdarî şîna dayika xwe nabe
Parlementera zindankirî ya HDPê Leyla Guven beşdarî şîna dayika xwe nabe, duhî koça dawiyê kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementera zindankirî ya HDPê Leyla Guven beşdarî şîna dayika xwe nabe, duhî koça dawiyê kiribû.
Duh dayika Leyla Guvenê Cevriye Guven koça dawî kiribû. Di derbarê mijarê de Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyek belav kir û da zanîn, bijîşkên Leyla Gûvenê rê dane ku biçe şîna dayika xwe. Lê ji ber ku Leyla Guven 59 roj in greva birçîbûnê dike û rewşa sexlemiya wê xirab e nekariye biçe şîna dayika xwe.
Duh dayika Leyla Guvenê Cevriye Guven koça dawî kiribû û li bajarokê Cîhanbeyliyê ya bi ser Konyayê hatibû veşartin.
Parlementera HDPê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî nêzikê 2 meh in di greva birçîbûnê de ye.
S. B