Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê: Nabe Kurd baca pêşhatên li Sûriyê bide
Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro 15ê Çileya 2019an li Hewlêrê civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî îro 5.01.2019 pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir û di civînekê de her du aliyan te tekez kirin ku guhertinên li nav Sûriye dibin, nabe bibin sedema wê yekê ku gelê Kurd û hemwelatiyên Kurd li Sûriye baca wê bidin.
Di hevdîtinê de, Balyozê Fransa li Iraqê û Konsolê Giştî yê Firansa li Hewlêrê û hejmarek ji dîplomatkarên wî welatî amade bûn.
Di hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Fransa xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û ji bilî balkişandina li ser keşûhewaya nû ya li Iraq û navçeyê, pêzanînên xwe ji bo qûrbanîdana gelê Kurdistanê li şerê dijî terorîstên DAIŞê hebû û tekez li wê yekê jî kir ku bi navê pêkanîna aramî û derneketina terorê li Iraqê pêwîst e rêz li pêkhatên dewleta Iraqê û bi taybetî rêz li Herêma Kurdistanê û pêgeh û bandorên wê bigirtin.
Wezîrê Derveyê Fransa ragihand ku welatê wan piştevanê gelê Kurdistanê dimîne û hevkariya siyasî û serbazî û peywendiyên çandî û aboriyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixin û daxwaza wan eweye jî li avadankirina Iraqê de beşdar bibin.
Di beranber de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Fransayê kir û spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa û şexsê Wezîrê Derveyê Fransayê kir ku dost û piştevanê gelê Kurdistanê bûne û bal kişand li ser serdana Serok François Hollande ya Kurdistanê ku li demên teng da serdana Kurdistanê kir û wê yekê dûpat kir ku Fransa dostekî mezinê gelê Kurdistane. Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransa Serok Barzanî ragihand ku xweşhal e bi wan peywendiyan û hîç sînorek ji bo dostayetî û peywendiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa da tûne.
Peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku keşuhewayekî nû û bawerî û rewşeke erênî li peywendiyên di navbera Herêm û Bexda pêkhatiye û Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku ew giriftên ku li navbera her dû aliyan de mane li rêya diyalog û hevdû têgihîştinê bêne çareser kirin. Her wiha bal kişand li ser wê yekê ku rast e DAIŞ li rûyê serbazî têkşika ye, lê belê pêwîst e ew sedemên ku bûne hokara serhildana DAIŞê nemînin, bo ku carekî din DAIŞ serî hilnede.
Di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye her du alî dilgiraniya xwe nîşandan û ew yekê dûpat kirin ku pêşhat û guhertinên li nav Sûriye nabê bibê sedema wê yekê ku gelê Kurd û hemwelatiyên Kurd li Sûriye baca wê bidin. Di derbarê rewşa gelê Kurd li Sûriye û çareserkirina giriftan Serok Barzanî nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo Wezîrê Derve yê Fransa nîşan dan.
S. B