Sûriye helwesta xwe ji peymana Edeneyê aşkere dike
Hikûmeta Sûriyê pabendbûna xwe bi peymana Edene ya bi Tirkiyê re diyar dike û Tirkiyê bi binpêkirina wê peymanê, dagîrkirina xaka Sûriyê û piştevaniya terorê tometbar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Sûriyê pabendbûna xwe bi peymana Edene ya bi Tirkiyê re diyar dike û Tirkiyê bi binpêkirina wê peymanê, dagîrkirina xaka Sûriyê û piştevaniya terorê tometbar dike.
Ajansa “SANA” a Sûrî ya fermî li ser zarê berpirsekê ji Wezareta Derve û Koçberan belav kir, piştî belavbûna nûçe û daxuyaniyên neberpirsyar û dijminane ên derbarê peymana Edeneyê ji aliyê berpirsên Tirkiyê ve, Sûriyê tekez dike ku ew pabendî wê peymanê ye.
Herwiha Tirkiye bi binpêkirina peymana Edeneyê ji sala 2011an ve tometbar kir û got: “Dewleta Tikriyê piştevaniya terorê dike, rê dide teroristan derbasî nava xaka Sûriyê bibin û bi riya hêzên xwe yên çekdar û grûpên terorist ên ser bi wê bi awayekî rasterast dagîr dike.”
Wî jêderî gotiye, “Sûriye tekez dike ku ew pabend e bi peymana Edeneyê û her aktîvkirina vê peymanê û vegera ewlehî û aramiyê li ser sînor, divê bi riya vegera rewşa berê ya li ser sînor be û divê Tirkiye jî pabend be û piştevanî û biçekirina grûpên terorist rawestîne û hêzên xwe yên leşkerî ji vekişîne.”
Peymana Edene ku di navbera Tirkiyê û Surîyê de, sala 1998ê hati bû imzakirin. Di hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Rosya Viladamir Putîn de, peymana Edene hatibû rojevê.
Erdogan Piştî ji Hevdîtina Rusya Vegerya da xûyankirin: Wan li gel Putîn berferehî li ser Peymana Edene axifîne.
Peynama Edene ya 20ê Cotmeha sala 1998ê ji bo 3 salan hatibû morkirin û ji van xalên sereke pêk tê.
Peymana Edeneyê
SÛRIYE PABENDÎ VAN XALAN DIBE:
1 - Derxistina Ocalan û nehîştina vegera wî.
2 - Daxistina kamp û akademiyên PKK.
3 - Astengkirina xebatên siyasî, leşkerî, aborî û ragehandinê.
4 - Sûriye qebûl dike PKK terorîst e.
5 - Astengkirina hatûçûna endamên PKKê.
MEKANÎZMEYÊN HEVBEŞ
1 - Xeta telefona rasterast.
2 - Çavdêriya nûnertiyên diplomatik.
3 - Çavdêriya cîbicîkirina rêkeftinê.
4 - Beşdarkirina Libnanê.
5 -Soza bicîhkirina rêkeftinê.
2010 - SERERASTKIRINA RÊKEFTINÊ
Tirkiye dê bikare 5 -15 K.M sînorê Sûriyê derbas bike.
Di beşe sererastkirina rêkeftina Edene de ya sala 2010 hatiye kirin ku Tirkiye dê bikare jiber ewlekariya sinorên xwe 5 heta 15 km nav xaka Surîyê ve biçe. Lê ji bo vê yekê pêwist e Bişar Esed biryarê bide.
S. B