Fazil Mîranî û Elî Bapîr naveroka civîna xwe aşkere dikin
Piştî civîna di navbera şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê, di konferanseke rojnamevanî de Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr naveroka civînê aşkere kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di destpêkê de, Elî Bapîr ragihand, em hemû li hember welatê xwe berpirsyar in û Komela Îslamî jî dibe beşek ji çareseriya pirsgirêkan.
Diyar kir jî: Em wek Komela Îslamî dizanin ku PDK xwedî dîrokeke xebatê ya dûr û dirêj e, niha jî cih û pêgeha wê ya berçav heye.
Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr got: Hêvîdar in di demeke kurt de hmû ew pirsgirêkên hene, bên çareserkirin.
Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got: Em wek PDK bi rênimayên Serok Barzanî kar dikin, ji bo tiştê ku me duhî nekarî bikira, îro ji miletê me re pêk bînin.
Tekez kir jî: Her aliyek ji me çi di nava hikûmetê de be yan li derveyî hikûmetê be, dikare xizmeta bike.
Îro 31.01.2019ê şanda bilind a PDKê serdana Komela Îslamiya Kurdistanê kir û li gel Emîrê wê partiyê Elî Bapîr civiyabû.
S. B