Bender Sultan: Şerm bû gava Kurd hatin kimyabaran kirin, Ereb bêdeng man
Serokê berê yê Dezgeha hewalgîriya Siûdiyê liser kîmyabarankirina Kurdan li serdema rêjîma BAAS de, rexne li helwêsta welatê xwe û welatên Erebî digre
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Dezgeha hewalgîriya Siûdiyê liser kîmyabarankirina Kurdan li serdema rêjîma BAAS de, rexne li helwêsta welatê xwe û welatên Erebî digre.
Balyozê berê yê Siûdiyê li Waşingtonê û Serokê berê yê Dezgeha Hewalgîriya wî welatî Şazade Bender Sultan, di hevpeyvînekê de rexne li helwêsta welatê xwe û welatên Erebî girt, ku li hember kîmyabarinkirina Kurdan li serdema rêjîma BAAS ti helwêstek wan nebû.
Ragihand jî, Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama çavpoşî li destdrêjî û kîmyabarankirina gelê Sûriyê kir, ku ji aliyê Serokê wî welatî Beşar Esed rûbirû bûn e. Got jî, dema Sadam Husên Kurd kîmyabaran kirin, me û welatên din ên Erebî tu helwêstek nebû. Amaje kir, bi mixabinî ve dema kîmyabarinkirina Kurdan wan tu helwêstek nebû û ew pirs nehat behs kirin.
C.B