Rêxistina Aştiya Navneteweyî, ji alî berpirsên Tirkiye ve nayê pêşwazîkirin

Endamên Rêxistina Aştiya Navnetewî, jibo destpêkirina pêvajoya Aştiyê hatine Tirkiyê û daxwaza hevdîtinê li Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dikin, lê heta niha daxwaza wan bê bersiv e

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamên Rêxistina Aştiya Navnetewî, jibo destpêkirina pêvajoya Aştiyê hatine Tirkiyê û daxwaza hevdîtinê li Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dikin, lê heta niha daxwaza wan bê bersiv e.

Koma Aştîxwazan, ji Wezirê Dadê yê berê yê İzlanda Ogmundur Jónasson û hejmarek Endamê Konseya Ewropa û gelek nûnerên welatên rojava pêk tê.

Vê Koma Aştîyê Serdana HDPê jî kir û ji aliyê Hevseroka Partiyê Perwîn Buldan ve hate pêşwazî kirin.

Perwin  Buldan - Hevseroka Partiya Demokratika Gelan HDP ê got:

“Em îro şandek gelek pîroz pêşwazî dikîn. Ev Şanda Aştiyê, ji welatên Ewropa hatine û di astên gelek pîroz û xizmetek baş yên aştî û demokrasiyê,  encam dan e. Di pêvajoya aştîyê de, şer rawestiya bû û hevdîtin li gel Ocalan encam didan, mirov nedimirin. Herwiha arami destpê kiribû. Di serî de Leyla Guven û bi sedan hevalên me dest bi greva birçîbûnê kirine. Niha em jî dixwazîn dorpêça li ser Ocalan rabe. Ji ber ku em bawer dikîn hevdîtinên bi Ocalan re, dê aştî destpê bike. Şanda Aştiyê jî, jibo vê yekê dixebite, careke din em spasiya wan û xer hatina wan dikin.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment