Çîmen Adil dîwana xwe “Bêhna Xewê Tê Min” îmze kir
Helbestvana Kurd Çîmen Adil li bajarê Qamişlo dîwana xwe ya yekem ya bi navê “Bêhna Xewê Tê Min” di ahengeke wêjeyî de li Qamişlo îmze kir.
K24 – Qamişlo
Helbestvana Kurd Çîmen Adil li bajarê Qamişlo dîwana xwe ya yekem ya bi navê “Bêhna Xewê Tê Min” di ahengeke wêjeyî de îmze kir.
Bi beşdariya hejmarek ji nivîskar, helbestvan, rewşenbîr û hezkerên helbestê û bi serperiştiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Yekîtiya Nivîskar û Rojnemavênên Kurdistana Sûriyê, helbestvan Çîmen Adil dîwana xwe pêşkêş kir û îmze kir.
Helbestvan Çîmen Adil li ser dîwana xwe ji K24ê re got: “Bêhna Xewê Tê Min dîwana min a yekem e û wê diyarî dê û bavê xwe dikim, herwiha diyarî giyanê birayê xwe Kovan jî dikim. Helbestên min li ser jiyan, hezkirin û pirsên civakî ne. Hêvîdar im ev dîwana gaveke biçûk di warê helbest û wêjeya Kurdî de be.”
Çîmen Adil di ahenga îmzekirina dîwana xwe de hejmarek ji helbestên dîwana xwe xwend û li dawiya dîwana xwe diyarî kesên beşdar kir û îmze kir.
S. B