5. Shopîng festa Wanê destpê kir

Li Wanê 5. Festivala dan û sitendinê 'shopingFest' destpêkir. Shopîng Festa îsal ya Wanê bi diruşma 'xweştirîn reng û ruyên Wanê' û bi çalakiyên balkêş destpê kir.

 

K24 – Wan

Li Wanê 5. Festivala dan û sitendinê 'shopingFest' destpêkir. Shopîng Festa îsal ya Wanê bi diruşma 'xweştirîn reng û ruyên Wanê' û bi çalakiyên balkêş destpê kir. Bi festivalê amace tê kirin ku Wanê bidin nasîn û taybetiyên wê pêşkêş bikin. Di çarçoveya festivalê fiyetên berheman jî tên daxistin.

5emîn Shopîng Fest li bajarê Wanê bi çalakiyên balkêş û rengîn destpêkir. Di merasîma vekirinê de, li gel standên berhemên xwecîh, werzişkarên ku bi çalakiyên xwe bala beşdaran li ser xwe civandin jî hatin peşkeş kirin. Merasîma vekirina festivalê, bi beşdariya Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, Parlamenterên Wanê, amzetên şaredariyan, rêvebirên saziyên sivîl yên bajêr destpê kir.

Rêvebirê Saziya Çand û Geştiyarî yê Wanê Muzaffer Altûg, ji bo Kurdistan24ê ragihand ku li Tirkiyeyê festivalên bi vî rengî tenê li 13 bajaran tên lidarxistin û ew jî ya 5. lidar dixin. Altûg diyar kir ku ew dixwazin Wan bi festival, pêşangeh û çalakiyên xweşiya jiyanê bê rojevê, ji ber ku bajarê Wanê xwedî çand û taybetiyên cudareng e.

Muzaffer Altûg ji K24ê re got: "Em dixwazin bajarê me bi rengê festivalan di rojevê de cîh bigre û bi van rastiyên xwe bê dîtin. Mixabin, pêşqebûlên nerênî ji bo bajarên herema me hene, lê bi vê festivalê û bi çalakiyên wiha em dixwazin, ji nav Tirkiyeyê û welatên derdor welatiyan bînin û xweşiyên Wanê pêşkêşî wan bikin"

Di merasîma destpêka festivalê de, Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî beşdarî pênîşandan û çalakiyên festivalê bû û diyar kir ku divê hemû sazî dezgeh û pêkhateyên bajêr piştgiriyê bidin festivalê û armancên wê.

Welatiyên ku ji bajêr û derveyî bajêr beşdarbûn jî kêfxweşiya xwe anîn ziman. Eylem Çelîk akademisyen e û ji bajarê Denizliyê yekem car e ku hatiye Wanê, Çelîk radigihîne ku pêzanîn wê yên li ser Wanê, piştî ku hatiye ji sedî 90 guhêrîne û bi pesindarî behsa Wanê û festivalê dike.

Eylem Çelîk got: "Bi rastî çalakiyên hatin pêşkêş kirin gelek xweş bûn, êvarê jî konser heye emê dîsa werin. Ez 2 roj in hatime, bajêr jî gelek xweş e, beriya ku bêm Wanê pêzanîn min ên nerênî hebûn, lê bi rastî bajêr jî, ev çalaki jî gelek xweş in."

Beşdara fstivalê Besna Ugurlu jî dibêje: "Baş e her derfetekî hatiye amadekirin, xwedê ji şaredariyê razî be"

Festavala ku dê di navbera 15 û 29ê Adarê de bidome de, konser, pêşangeh, leystikên dîlanê û çalakiyên rengîn yên wiha dê bên pêşkêş kirin û lidarxistin.