Li Beyrûtê Newroz bi çoşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Beyrûtê paytexta Libnanê dimînin, cejna Newrozê bi aheng, stran û hildana ala Kurdistanê pîroz kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi serperiştiya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Kurdên li Beyrûtê paytexta Libnanê dimînin, cejna Newrozê bi aheng, stran û hildana ala Kurdistanê pîroz kirin.

Çalakvanê bi navê Ebdulkerîn Dilo ji K24ê re ragihand, bi amadebûna hejmarek mezin Kurdên li Beyrûtê dimînin, li taxa Aliye ya Beyrûtê ahenga Newrozê bi vêxistina agir, stran, govend, şano û hildana ala Kurdistanê birêve çû.

Ebdulkerîn Dilo hin dîmenên Newroza Beyrûtê ji K24ê re şandin û da zanîn, Newroza îsal bi hesteke netewî ya bilind û bi diruşm û siloganên Kurdpewerî birêve çû.

Ebdulkerîn Dilo amaje bi wê yekê kir, di şanoyên di Newroza îsal de hatine pêşandan, kiryar û tawanên li Efrînê yên ji aliyê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê ve tên kirin, hatin pêşandan.  

 

S. B