Goran: Yasaya Serokatiya Herêmê serrast nebe, hikûmet pêk nayê
Serokê Firaksiyona Tevgera Goranê di Parlemantoya Kurdistanê de ragihand, beşek ji rêkeftina di navbera PDK û Goranê de ew e, yasaya Serokatiyê bê serrastkirin û Serokê Herêmê ji nava Parlemantoyê bê hilbijartin û piştre desthilatên wî di destûrê de bên yekalîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Firaksiyona Tevgera Goranê Elî Heme Salih di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di sala 2018an me dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo derfetek çê bibe û hilbijartina Serokê Herêmê di nava Parlemantoyê de bê hilbijartin, ne ji aliyê xelkê ve.
Got jî: Hilbijartina Serokê Herêmê di parlemantoyê de daxwazeke me ye. Ji me re gelekî girîng e Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî di nava çarçova vê proseyê de be û kar bikin ji bo çespandina awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê di destûrê de jî.
Diyar kir jî, ew yasaya rehenda wan a niştimanî heye û divê komdengî li ser hebe, lê serrastkirina yasaya Serokatiyê neyê kirin, hikûmet jî pêk nayê û nikarin çaksaziyê bikin.
Ev yek didemekê de ye, îro 68 parlemanteran pêşniyaza projeyasayek pêşkêşî Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê kirin, ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê bê aktîvkirin û awayê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bê serrastkirin heta pesendkirina destûrê û ew projeyasa bikeve bernameya karê Parlemantoya Kurdistanê ji bo guftûgo li ser bê kirin û bê pesendkirin.
S. B