Pirsek din liser nakokiyên Tirkiye-Amerika zêde dibe
Tê gotin, Kongres û herweha Senat a Amerika di hewl a wê yekê de ye, ku Naskirina Tevkujiya li dijî Ermeniyan bîne rojevê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di vê dema ku nakokî dinav pêwendiyên Tirkiye û Amerika de gihiştine astek bilind, tê gotin ku Kongres û herweha Senat a Amerika di hewl a wê yekê de ye, ku Naskirina Tevkujiya li dijî Ermeniyan bîne rojevê.
Ligor agahdariyên malpera Ahval, ku liser zarê Cansu Çamlibel a ku peyamnera rojnameya Hurriyet a Waşingtonê bû veguhestiye, ev pirs dikare nakokiyên di navbeyna Waşington û Enqere de mezintir bike.
24ê meha Nîsanê wekî roja bibîranîna “Tevkujiya li dijî Ermeniyan” tê hejmartin.
C.B