Li kampa koçberan festîvala “Yella Şano” birêve çû
Sê şanoyên zarokan tê de hatin nemayîşkirin û ekterên wan jî zarok bûn.
K24 – Hewlêr
Li kampa Qoştepe ya bi ser Hewlêrê ve projeya “Yalla Şano” birêve çû, sê şanogeriyên zarokan tê de hatin nemayîşkirin, ekterên wan jî zarok bûn, ku ev heyama mehekê ye rahênan bi wan tê kirin.
Du rahêneran alîkariya grûpên zarokan kirin da ku bikarin naveroka şanoyan pêşkêş bikin. Di nerîna wan de jî şano bandoreke mezin li ser zarokan dihêle bi taybet zarokên li kampan ku di rewşeke zehmet re derbas dibin.
Peymangeha Goethe ya Almanî ev proje birêve bir, ne tenê li kampa Quştepe lê belê li kewregosikê jî.
Peymangeha Goethe dibêje, Yalla Şano ne tenê şanogeriyan ji zarokan re pêşkêş dike, lê belê hewl dide piştevaniya xelkê kampê bike da ku şanogeriyan dirust bikin.