Derbiderên Efrînê li dijî avakirina dîwar xwe pêşan didin

Li devera Şehbayê 17 hezar derbiderên Efrînê li dijî binpêkirinên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li Efrînê dikin, derketin xwe pêşan dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li devera Şehbayê 17 hezar derbiderên Efrînê li dijî binpêkirinên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li Efrînê dikin, derketin xwe pêşan dan.

Şanderê K24ê bo devera Şehbayê Ekrem Salih da zanîn, îro li gundê Til Sosinê li bakurê Helebê nêzîkî 17 hezar derbiderên Efrînê nerazîbûna xwe li hember binpêkirinên li Efrînê dibin û avakirina dîwar li derdora Efrînê nîşan dan.

Amaje bi wê yekê kir jî, xwepêşanderan bêdengiya navdewletî li hember rewşa Efrînê şermezar kirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên di bin fermana Tirkiyê de ji roja dagîrkirina Efrînê ve kiryarên revandina welatiyan, dizî û talan, destdanîna ser mal û milkên û guhartina demokgrafî li Efrînê dikin. 2 hefte ne jî dest bi avakirina dîwarekî li derdora Efrînê kirine.

 

Fly Erbil Advertisment