Bi rengê Buharê girava axtamarê navnîşana serdanê ye
Di nav Behra Wanê de girava Axtamarê, di demsala Buharê de dîmenên rengîn pêşkêş dike.
K24 – Wan
Girava Axtamarê ku hem wek ciyekî ayînê ya pîroz e ji Ermenan û hem jî bi xweşî û temaşeya xwe, navendeke geştiyariye. Bi taybet di demsala biharê de ku kulîlkên behîvan vedibin û bi kesk û şînahiya xwezayê re têkil dibin, dimenên rengîn û balkêş jî peyda dibin.
Di nav Behra Wanê de girava Axtamarê, di demsala Buharê de dîmenên rengîn pêşkêş dike û geştiyar bi gerseyî serdanan, bersîva wê xweşiyê didin. Keştiya ku emê pê biçin Axtamarê ku nêzîk dibe, yên serdan kirine vedigerin û yên ku dê serdan bikin jî siwar dibin. Û em berbi Axtamarê bire dikevin. Dema ku em nêzîkî giravê dibin, grubên geştiyarî ku ji bajar û welatên cuda hatine jî her yek ji wan bi şêwazekî tam ji vê xweşiyê digre.
Di nav geştiyarên ku serdana Axatamarê dikin de, ji başûrê Kurdistanê û îranê jî mêvan hene û bi xweşî û pesindarî behsa xweşiya Axtamarê û Wanê dikin. Qeys Eqîd Koçer jî ji bajarê Duhokê, bi malbatî hatiye û yekem car e di biharê de serdana Axtamarê dikin.
Geştiyar Qays Eqîd Koçer ji K24ê re got: "Wan û li Wanê jî Axtamar gelek xweş e. Xelqê Wanê û xwarinên wan jî xweşin. Sefer ji bo murtehiya mirov baş e û biçûk jî pê murtah in."
Geştiyar Rênas Koçer dibêje: "Bêhna me teng bûbû û bi vê sefere me bêhna xwe veda. Beriya azmûnan û remezanê geşteke baş e."
Geştiyar Şîrîn dibêje: "Em ji Îranê hatine û bi rastî, Axtamar gelek xweş û aram e."
Yên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê û Wanê jî ji bo serdanê di keştiyê de ne û serdan dikin jî hene. Ev 2 keçik jî sohbetek li ser serdana Axtamarê dikin.
Geştiyara ji Stenbolê hatiye Ruha Betis got: "Ciyekî gelek xweş e, weka biheştekiye. Ez yekem car e têm, lê gelek bi pesindarî beh dikirin, lê kêm gotine, divê mirov bibîne."
Dêra Axtamarê û grava Axtamarê, rojê mazûvaniya bi dehan keştî geştiyaran dikin û ji xweza û xweşiya xwe dîmenan ji bo wan pêşkêş dikin.