Festîvala şanoya Amedê ya 7'emîn dewam dike
Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 7'emîn, dewam dike. Festîvala ku di 26'ê Nîsanê de dest pê kiribû, dê heta 5'ê Gulanê dewam bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 7'emîn, dewam dike. Festîvala ku di 26'ê Nîsanê de dest pê kiribû, dê heta 5'ê Gulanê dewam bike. Rêveberên festîvalê dibêjin; 2 salên dawîn festîval ji be rbêderfetiya cih û aboriyê qels derbas bûbûn lê festîval îsal bi rengekî baş derbas bûye. Şanogerên ku ji bajarên din tevlî festîvalê dibin jî didin zanîn ku divê di navbera şanogerên herêmê û Tirkiyeyê de piştgiriya hunerê hebe da ku şano li herêmê bi pêş bikeve.
Şanogerên li ser vê dika Şanoya Amedê; şanogerên Stenbolê ne. Îsal sala 7'an a Festîvala a Şanoya Amedê ye û piraniya şanogeran îsal ji Stenbol û Wanê beşdar bûne. Şanoger û rêvebera Festîvalê Berfîn Emekdar dibêje; hêviya me ew e ku şanogerên Şanoya Amedê car din wekî salên borî bi hêz derkevin pêşberî welatiyan û ji bo vê jî piştgiriya şaredariyan hewce ye.
Şanoger û Rêvebera Festîvalê Berfîn Emekdar ji K24ê re got: "Ji ber ku îsal hêwana me gelek mezin e, bi rastî jî xwedîderketineke baş hebû. Di hemû lîstikên me de hêwan tijî dibûn û ev jî ji bo me gelek girîng û cihê kêfxweşiyê bû. Di festîvalê de 11 lîstik hebûn, 7 lîstik bi Kurdî, 4 lîstik jî bi Tirkî bûn. 4 lîstik ên jinan bûn û bi keda jinan hatibû nîşandan ev jî ji bo me serkeftina vê festîvalê bû."
Lîstika li ser dike; bi du lîstikvanan tê lîstin. Herdu lîstikvan di destpêkê de bi temaşevanan re gotûbêjê dikin û piştre li ser mijarek an jî gotineke pêşiyan a ku temaşevan diyar dikin, lîstik dest pê dike. Ango bi temamî xwezayî tê lîstin. Şanoger Koray Tarhan jî dibêje; ev 5 sal in ku em ji bo Festîvala Şanoyê ya Amedê ji Stenbolê tên û xelkê bajêr jî şanoger jî mazûvaniyeke baş li şano û şanogeriyê dikin.
Şanoger Koray Tarhan got: "Ev hewildana li vê derê hêjayî pesindayînê ye û gelek xweş e. Di festîvalên berê de jî û ya îsal de jî eleqe baş e. Ji ber ku derfetên wan hatine başkirin, eleqeya xelkê jî gelek baştir bûye. Em li bendê ne ku xelk hinek din jî xwedî li şanoyê derkeve lewra xwedîderketina li van hunermendan ku hewila debara xwe dikin, ji bo me gelek girîng e."
Di Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 7'emîn de 11 lîstik hene. Li gorî rêveberên festîvalê dibêjin; du festîvalên wan ên borî, ji ber bêderfetiya aboriyê û tunebûna cih qels derbas bûne lê belê ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê; ji bo pêşandanê vê hêwana şanoyê daye wan, festîval îsal baştir bi rê ve çûye.