Xwendekarên Efrînê di zîndanê de dixwînin

Zîndana Ehdas li Şehbayê mezintirîn zîndana zarokan li tevahiya Sûriyê ji derbider û xwendekarên Efrînê re bûye dibistan û tê de xwendinê dikin û perwerdeyê werdigirin.

 

K24 – Şehba

Zîndana Ehdas li Şehbayê mezintirîn zîndana zarokan li tevahiya Sûriyê ji derbider û xwendekarên Efrînê re bûye dibistan û tê de xwendinê dikin û perwerdeyê werdigirin.

Tevî herifandin û şewitandina wê zîndanê, lê Desteya Perwerdê karî wê ji xwendekarên Efrînê re bike dibistan, ta ku zarok ji xwendinê bidûr nekevin. Xwedekar jî dibêjin, proseya xwendin ne wek ya li Efrînê ye û gelek zehmetî ji aliyê şêweyê fêrkirin û cihê xwendinê ve hene.

Xwendekar Rêgaz Hemû ji K24ê re dibêje: “Lawazbûna perwerdeyê heye, Komîteya Perwerdê tam ne ewqas xurt e. Heger em bi Efrînê re hevrû bikin, sîstema niha berûvajî vê bû. Li Efrînê Komîteya Perwerdê dagirtî bû, lê li vir pir dibidtan tune ne û hin xwendekar di konan de dixwînin û ev jî ji me re dibe astengî.”

Piştî dagîrkirina Efrînê û derketina xelkê jig und û bajarên xwe, rewşa wan li Şehbayê pir aloz bû û cihê xwendinê jî nedihat peydakirin û metirsî li ser paşeroja xwendekaran hebû, tevî ku hîn jî rewş xirap e lê mamosteyên dibistanan dibêjin, ya girîng ew e, zarok bê xwendin nemînin.

Mamoste Rêber Mecîd ji K24ê re got: “Em dixwazin zimanê fêr bibin û bixwînin, helbet ev xwasteka xwendekaran bû jî. Li dibistana Ehdas tenê di asta perwerdeya seretayî, navîn û amadehî de 1400 xwendekarên me hene, ev jî hejmareke baş û xelkê zarokên xwe şandin dibistanê, me jî wek mamoste got, ti carî em xwedekarên xwe bicih nahêlin.”

Hejmarek mezin ji xwendekarên Efrînê li herêma Şehbayê heye, li her gundekî jî dibistaneke biçûk heye. Herwiha li kampan jî dibistan hene, lê hêviya mezin a van xwendekaran ew e, vegerin Efrînê û xwendina xwe berdewam bikin.   

 

Fly Erbil Advertisment