CHP ji bo betalkirina hilbijartinên 24ê Hezîranê serlêdan kir

Piştî ku li Tirkîyeyê Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyeyê YSK biryar da ku hilbijartina Şaredarîya Stenbolê bê betalkirin vir ve atmosfera sîyasî ya navxweyî her diçe gurtir dibe. CHP ji bo ku li 39 navçeyên Stenbolê û hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an jî bê betalkirin serî li Lijneyê da.

K24-Ankara    

Piştî ku li Tirkîyeyê Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyeyê YSK biryar da ku hilbijartina Şaredarîya Stenbolê bê betalkirin vir ve atmosfera sîyasî ya navxweyî her diçe gurtir dibe. CHP ji bo ku li 39 navçeyên Stenbolê û hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an jî bê betalkirin serî li Lijneyê da. Herwiha CHP hewl dide ku li gel partîyên mixalefetê hevpeymanî dirust bike. Li alîyê din rayedarên HDPê didin zanîn ku ew ê wek hilbijartinên 31ê Adarê dîsa li Stenbolê piştgirî bidin namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu.

Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyeyê YSK di 6ê Gulanê de biryar da ku hilbijartinên şaredarîya bajarê mezin a Stenbolê bê betalkirin û di 23'yê Hezîrana 2019an de hilbijartin bê nûkirin vir ve partîya desthilat û partîyên mixalefetê bi civîn û şêwrên berfirehkirî vê rewşa nû dinirxînin û stratejîya xwe destnîşan dikin. Partîya Komarî ya Gel CHP, ji bo ku li 39 navçeyên Stenbolê û hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an ya parlamenteri û serokkomarîyê jî bê betalkirin serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê da.

Serlêdan ji alîyê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek û Nûnerê CHPê yê YSKê ve hat kirin. Piştî serlêdanê Muharrem Erkek daxuyanî da çapemenîyê û got; divê hilbijartinên 24ê Hezîranê û mazbataya Serokkomar Erdogan jî bê betalkirin.

Muharrem Erkek- Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê, got:"Me bi sedema tam bêqanûnîyê serî lê da. Di tam bêqanûnîyê de şertê maweyê ne girîng e. Lijneya Hilbijartinê çawa hilbijartina Stenbolê betal kirîye divê bi heman hincetî hilbijartinên 24ê Hezîranê jî betal bike. Heta çawa mazbataya Îmamoglu hatibe betalkirin, divê mazbataya Edogan jî bê betalkirin."

Li alîyê din HDP'ya ku di hilbiajrtinên 31ê Adarê de li gel ku partîya sêyem e jî namzedê şaredarîya Stenbolê dernexistibû û bi awayeke eşkere tevî ku hevpeymanê "Tifaqa Millet"ê nebû jî piştgirî dabû namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu, ragihand ku ew ê dîsa piştgirî bidin Îmamoglu.

Huseyîn Taka-Endamê Rêveberîya Navendî ya HDPê, got:"Serî de ez vê bibêjim ku wê HDP hilbijartina Stenbolê boykot neke û wê li gel pêkhateyên ked û demokrasîyê tevbigere. Em ji bo mixalefetê careke din banga Tifaqa Demokrasîyê dikin. Nemimkun e ku bi AKP û Erdogan ra demokrasî bê avakirin. Em ê dîsa piştgirî bidin Îmamoglu. Wê helwesta me ya 31ê Adarê neguhere."

Li aliyê din CHP hewl dide ku li gel partiyên mixalefetê yên ku ji derveyî "Tifaqa Millet"ê ne û di 31ê Adarê de namzed derxistine, hevpeymanî dirust bike. Heta niha namzedên çend partîyên piçûk û çepgir yên wek TKP, EHP û TKHê dan zanîn ku ew ê

ji namzedîyê vekişin û piştgirî bidin Îmamoglu. Herwiha DSP û Partîya Saadetê jî ragihandin ku ew ê piştî civîna lijneyên rêveberîyê biryara xwe ya dawî eşkere bikin.