Wezîrê Dadê yê Tirkiye: Qedexeya hevdîtinan ligel Ocalan hate rakirin
Wezîrê Dadê yê Tirkiye Abdulhamit Gul ragihand, Tecrîda hevdîtinan ligel Ocalan hate rakirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Dadê yê Tirkiye Abdulhamit Gul ragihand, Tecrîda hevdîtinan ligel Ocalan hate rakirin.
Gul anî ziman, ku: “Biryarên girêdayî qedexeya hevdîtinan ligel Ocalan hatin rakirin. Derfeta hevdîtinan hate qebûlkirin”.
Ev helwêsta Tirkiye piştî biryara Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Tirkiye (YSK) tê, ku hilbijartina Stenbolê bê nûkirin. Tê payîn, ku ev biryar jî, girêdayiya wê ligel hilbijartina Stenbolê û bandora liser dengdêrên Kurd hebe.
Herweha Parlementera HDP Leyla Guven jî dinav de bi sedan girtiyên KCK di girtîgehên Tirkiye de, ji bo rakirina tecrîda liser Rêberê PKK Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Tê çaverêkirin, piştî biryara nû, ev grevên birçîbûnê jî rawestin
C.B