Îmamoglu: Dijberên me li pişt deriyên tarî hevdîtinan dikin

Namzetê CHPê got: Herçend dijberên me ji bo hilbijartinan pişt deriyên tarî hevdîtinan çêkin jî, em dê ji gotina aştî û bratiyê dûr nekevin

K24 – Navenda Nûçeyan

Namzetê CHPê yê yê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got: Partiya desthilatdar, bi gotina terorist û xayîn, zordariyek mezin li dengdêrên HDPê kir.

Ekrem Îmamoglu da zanîn: Destilatdaran bi gotinên terorist û xayîn, dengdêrên Kurd hedef nîşan da û bêrêzîyek mezin hate kirin.

Ekrem İmamoglu diyarkir, divê siyasetmedar, ji bo hilbijartinan cêwaziyê nexin navbeyna welatiyan - Kurd û Tirk  em hemû brayên hevûdu ne.

İmamoglu dîyar kir: Dengdêrên HDPê, rastî zulmek mezin hatin e û ev helwesta desthilatê, welatiyên Kurd ji me cuda dike.

Namzetê CHPê got: Herçend dijberên me ji bo hilbijartinan pişt deriyên tarî hevdîtinan çêkin jî, em dê ji gotina aştî û bratiyê dûr nekevin.

 

 

C.B