Konseya Ewrûpa daxwaza destpêkirina pêvajoya aştiyê dike
Konseya Ewrûpa: Destpêkirina pêvajoya çareseriyê dê bandoreke erenî li aramiya navçeyê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Konseya Ewrûpayê daxwaza destpêkirina pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê dike.
Seroka Civata Parlementerên Konseya Ewropayê Liliane Maury Pasquier bi daxûyaniyek nivîskî keyfxweşiya xwe ji dawîbûna girevên birçîbûnê anî ziman û ragihand: Pirsên siyasî û yasayî, ne bi rê û rêbazên ku metirsî li ser jiyana mirovan çêdike, divê bi danûstandin û gûftugo werin çareserkirin. Di vê çarçoveyê de pêwîstiyek mezin ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê heye. Destpêkirina pêvajoya çareseriyê dê bandoreke erenî li aramiya navçeyê bike.
Ji sala 2013an heta 2015an di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK de pêvajoya çareseriyê birêve çû bû.
C.B