Bi sedan Kurd bi karê faytonê debara xwe dikin

Cejna Remezanê her çiqas bibe ji bo hin kesan cejn e, lê ji hinan re kar û xebat e.

 

K24 – Stenbol

Bi hatina cejnê gelek kes berê xwe didin cîhên geştûguzarî ku yek ji wan cîhan jî Adalara Stenbol e ku bi xweza xwe jî balê dikêşîne. Cejna Remezanê her çiqas bibe wesîleya betlaneyek lê belê ji bo hin kesan cejn, kar û xebat e. Li vê navçeya dîrokî ku dema cejnê zêdetir qelebalix dibe, bi sedan Kurdên karê faytonê dikin, bo debara mala xwe li ser karê xwe bûn.

Ev girava li ser deryaya Marmarayê tê dîtin bi navê Adalar tê zanîn girêdayî Stenbol e ku bi sedan malbatên Kurd li vê navçeyê bi karê faytonê debara mala xwe dikin.

Li Adalarê 16 hezar kes lê dijí lê belê di rojên betlaneya cejnan de nifûs ji ya heyî 4 qat zêdetir dibe û ev tesîrek baş dide ser karê faytongerên Kurd.

Faytonger Mihemmed Şahîn ji K24ê re dibêje: “Ez ji bo nanê mala xwe, ji bo zarokên xwe ev 35 sal in vî karî dikim. Ev der cîhekî geştûguzarî ye havînê cejnê karê me zêde dibe. Gava em mesrefên faytonê derxin ji me re rojê 100 yan jî 150 lîre dimîne. Rojane bi qasî 300 lîre em xwarinê didin hespan.

Hesen Alî Faytonger: “Weke her cejnê di vê cejnê de jî bi hatina geştyaran liv û lebata karê me jî zêde dibe. Rojane bi giştî 230 fayton ji aliyê Kurdan ve tên şixulandin.

Faytonger Mihemmed Way: “Piranî ji Iraq, Îran, Kurdistana Iraqê geştyar tên Adalarê. Ji bo her gera faytonekê ku 45 deqe ye 120 lîre tê standin.”

Dema cejnan rojane bi hezaran kes ku tê da gelek geştyarên ji Başûrê Kurdistanê jí hene piştî rêwîtiya saetekî ya bi keştiyê, ji bo geşt û gerê berê xwe didin Adalarê da ku li faytonê siwar bibin xweza û xweşiya vê navçeya dîrokî di cih de bibînin.

Geştyarekî Dûhokî dibêje: “Em kêfxweş in ku me kanala Kurdistan24 li vir dît. Ez bi zar û zêçên xwe hevjîna xwe cara yekem e hatim vê derê. Me gelek eciband, cihekê pir xweş e.”

Li gor gotina faytongeran, bi giştî 3 hezar hesp li Adalarê hene. Rojane bi dorveger 500 hesp tên şixulandin.