Rola Kurdan di serkeftina CHPyê de û weida kursa zimanê Kurdî
Di serkeftina Ekrem Îmaogluyê şaredarê nû ya Stenbolê da herî zêde rol û bandora dengdêrên Kurd û HDPê tê nîqaşkirin. Şîrovekarên sîyasî destnîşan dikin ku bêyî Kurdan nemimkun bû ku namzedê CHPê biserketa.
K24-Ankara
Di serkeftina Ekrem Îmaogluyê şaredarê nû ya Stenbolê da herî zêde rol û bandora dengdêrên Kurd û HDPê tê nîqaşkirin. Şîrovekarên sîyasî destnîşan dikin ku bêyî Kurdan nemimkun bû ku namzedê CHPê biserketa. Li alîyê din tevî Îmamoglu û Kiliçdaroglu berdevkê CHPê jî spasîya dengdêrên HDPê kir. Li alîyê din sazî û komeleyên Kurdan li bendê ne ku Îmamoglu weida xwe ya bo vekirina kursa zimanê Kurdî bicih bîne. HDP jî div ê mijarê da dibêje, ev kêşe bi rîya kursan na ancax bi rîya perwerdeya bi zimanê zikmakî bê çareserkirin.
Hilbijartina şaredarîya Stenbolê bi nîqaşên li ser nameya Ocalan û rol û bandora dengdêrên Kurd û HDPê birêve çû û di encamê da namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi 800 hezar deng ferqî careke din bû şaredarê Stenbolê. Raya giştî û şîrovekarên sîyasî pesend dikin ku di serkeftina Îmamoglu da herî zêde dengên Kurdan rol lîstîye, jixwe Îmamoglu û Serokê CHPê Kiliçdaroglu jî di axaftinên xwe yên ewil da spasîya dengdêrên Kurd û HDPê kirin.
Li ser pirsa Kurdistan24ê ya; "hûn di serkeftina Îmamoglu da bandora dengdêrên Kurd û HDPê çawa dinirxînin û hûnê bo spasîyê serdana HDPê bikin", berdevkê CHPê Faîk Oztrak bersiv da û got; em spasîya hemû dengdêran dikin û bo serdanê tu planeke me nîne.
Faîk Oztrak-berdevkê CHPê, got:"Li vir bes dengdêrên HDPê na, dengdêrên AKP, MHP, Saadet, ODP û gelek dengdêrên partîyên sîyasî ku niha nayên bîra min piştgirî dane me, di serkeftina Îmaoglu da xwedî rol in. Ji loma jî em wek CHP spasîya wan dengdêran dikin."
Li alîyê din Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî pîrozbahî li Îmamoglu kir û got; "divê Tirkîye yekser derbasî qonaxa asayîbûn û aştîyê bibe." Hevserokê HDPê li ser pirsa K24ê ya; "hûnê wek HDP bibin şopdarê bicihanîna weida Îmamoglu ya bo kursa zimanê Kurdî", jî got; "em bawer nakin ku ev kêşe bi kursan bê çareserkirin, divê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê dayîn."
Sezaî Temellî-Hevserokê HDPê,got:" Em perwerdeya bi zimanê zikmakî diparêzin. Me gelek caran anî ziman ku ev mesele bi rîya kursan nayê çareserkirin. Pêdivîya Tirkîyeyê bi perwerdeya pirzimanî ya zikmakî heye. Divê em vê meseleye demildest
çareser bikin. Jixwe aştîya civakî jî ancax wiha tê avakirin. Ji loma jî perwerdeya bi zimanê zikmakî yek ji mijarên herî girîng ya aştîya civakî ye."
Di proseya hilbijartinê da her du namzedên sereke ji bo ku piştgirîya dengdêrên Kurd û HDPê bidest bixin wehdên wek vekirina kursên zimanê Kurdî dabûn û sazî û komeleyên kul i ser zimanê Kurdî dixebitîn jî tevî ku kursan bes nedidîtin jî piştgirî didan vê wehdê. Niha êdî çavê her kesî li ser Îmamoglu ye ku wê weida xwe ya bo Kurdî bîne cîh an na?