Davutoglu rexne li hukimeta Tirkiye digre
Dawidoglu got: Ew bang li rayadarên hikûmetê dike, ku xeletiyên xwe vegere û bizanin bi gefan jî, dê xelk ji we dûr bikeve

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezirê Berê yê Tirkiyê Ehmed Dawidoglu li Bajarê Erzerom ê Bakurê Kurdistanê axift û got: Hûn bi çi navî qefan li xelkekê bikin, ew qas jî, dê zû hilweşin.
Dawudoglu, rewşa partiyên sîyasî şîrovekir û da zanîn: Jiber ku AKPê sozên dan e gel bi cîh neanî, bi şêwazeke rasterast, di nav belavbûnê de ne û %15 alîgirên xwe ji dest da ye.
Serokwezirê Berê Dawidoglu got: Wan di sala 2015ê %49 deng wergirti bûn, lê di hilbijartinên 31ê Adarê de %34 deng wergirtine.
Pêwist e ew li hemberî bê dadweriyê, xeletiyan û kiryarên derveyî yasayan, bêdeng nebîn.
Dawidoglu got: Ew bang li rayadarên hikûmetê dike, ku xeletiyên xwe vegere û bizanin bi gefan jî, dê xelk ji we dûr bikeve.
C.B