“Parêzgarê Kerkûkê, parêzgarê PDK, YNK û hemû pêkhateyan dibe”

Piştî civîna îro ya şandên PDK û YNKê li Silêmaniyê, di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê hat aşkerekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna îro ya şandên PDK û YNKê li Silêmaniyê, di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê hat aşkerekirin.

Endamê şanda PDKê Dilşad Şihab ragihand, têgihîştineke baş ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê heye û kesekî ji Kerkûkê wek Parêzgarê Kerkûkê tê destnîşankirin, ku parêzgarê hemû aliyan û pêkhateyên Kerkûkê dibe.

Got jî: Bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, posta Parêzgarê Kerkûkê tê yekalîkirin.

Amaje bi wê jî da, pêngavên baş ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê hatine avêtin û têgihîştineke baş ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî heye û Netewên Yekgirtî derbarê navçeyên Kurdistanî de bi cidî li ser xetê in.

Dilşad Şihab got: Hêviya me mezin e ku bi hemû aliyan re ji bo postê Parêzgarê Kerkûkê bigihin rêkeftinê. Di civîna îro de me behsa pêşeroja Kerkûkê û birêvebirina wî bajêr bi hemû pêkhateyên wî bajarî re kir.

Diyar kir, ew kesê ku navê wî wek Parêzgarê Kerkûkê bê ragihandin, kandîdê lîsta Birayetî, PDK, YNK û hemû pêkhateyan dibe.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer got: Di civînê de me behsa wê kir, divê bi xemxwarî pêngavên mezin bavêjin, ji bo berî temambûna dema diyarkirî, kabîneya nû ya Hikûmetê pêk were û dest bi karê xwe bike.

Got jî: Me dilsoziya xwe wek hevparekî rasteqîne di kabîneya nû ya Hikûmetê de ragihandiye û me dest bi amadekariyan kiriye ku hevdem bi pirsa Kerkûkê re be.

Peyvdarê YNKê got: Di demeke kurt de dilê hemû xelkê Kurdistanê yê dilsoz xweş dikin.

 

S. B