Li çend gundên bajarê Amûdê îro agir bi dexl û danên cotyaran ket

Li çend gundên bajarê Amûdê îro agir bi dexl û danên cotyaran ket û di encamê de rûberên berfereh yên şeş gundan hatin şewitîn.

K24- Hewlêr

Li çend gundên bajarê Amûdê îro agir bi dexl û danên cotyaran ket û di encamê de rûberên berfereh yên şeş gundan  hatin şewitîn.

Welatiyên wan gundan ji Kurdistan24ê re diyar kirin ku agir ji aliyê sînorê Turkiyê ve hat û guhişte rêya giştî ya di navbera Qamişlo û Amûdê de û ji ber wilo jî komên pûş ku jibo çêkirina kayê û êmê sewalan kom kiribûn tevde şewitîn.

Doh  jî di encama agirekî de li gundê Aliya li gundewarê bajarê Serê Kaniyê zarokekî 3 salî û 2 jinan jî jiyana xwe ji dest dan..