Li Sine bo cara yekem Kongireya Navdarên Kurd birêve diçe

Biryar e sibe Kongreyê navdarên Kurd li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dest bi karên xwe bike. Celal Qell'e Şaxî, Rêveberê vê Kongreyê di daxuyaniyeke taybet ji bo Kurdistan 24, hûrgiliyên Kongreyê eşkere dike û dibêje, kesên diyar ên Herêma Kurdistanê jî, hatine vexwendin.

K24- Hewlêr

Celal Qelieşaxanî, emîndarê giştîyê Kongireyê, ragehand: Li Herêma Kurdistanê 40 kesatç hatîne bangêştkirin bo wê Kongireyê û hijmarek ji wan rêz li wan dihê girtin wek kasatçyên navdarên Kurd.

Kongire li hola Mewlewî, li telara Zankoya Kurdistan birêve diçe û 30 kesatîyên navdarên Kurd û herweha çend rojhilatnas jî dihên xelatkirin ku ji alîyê Komîteya zanistî ve hatîne berbijarkirin.

Herweha kontara çîyayê Awyer li bajarê Sine parka navdarên Kurd dihê vekirin ku peykerên hinek ji navdarên Kurd   ji karê hunermendê navdarê Kurd  Hadî Zîyaedîn têde hatîne danan.