Binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê ji alî girûpên çekdarên ser bi tirkiyê ve kareke rojaneye
Binpêkirinên mafên mirovan li bajarê Efrînê ji alî girûpên çekdar ve rojane têne kirin.
K24-Qamişlo
Binpêkirinên mafên mirovan li bajarê Efrînê ji alî girûpên çekdar ve rojane têne kirin.
Ji despêka derbasbûna grûbên çekdar ligel Artêşa Turkiyê bo xaka Efrînê, dest bi dizî û talankirina mal û samanên xelkê kirin, heta gihişte asta revandina sivîlan û kuştina wan.
Di demên dawî de, gefên wan grûbên çekdar û dosyeyên revandin û kuştina kesên Kurd zêde dibin û ligor hin mafnasan, ev yek metirsiyekê liser çarenivîsa bajarê Efrînê peyda dike.
Piştî zêdeyî salekê û sê mehan ji dagîrkirina Efrînê ji alî artêşa Turkiyê ve,rewşa xelkên Efrînê roj bi roj aloz û nexweştir dibe.
Kêseyên revandin,talankirina mal û samanên xelkê û kuştina sivîlan hêjî berdewame.
Girûpên çekdar ku li gel artêşa Turkiyê derbasî Efrînê bûn,jiyana welatiyên Efrînê kirine dojeh,û di bin çavdêriya artêşa Turkiyê de êrîşî malan dikin û mafê mirovan binpê dikin.
Parêzerên nivîsîngeha yasayî ya Encûmena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê dibêjin ku berî niha raportek ji saziyên mafê mirovan yên navdewletî re şandibûn , hewildanên wan berdewamin ku dengê xelkên Efrînê bighînin raya giştî li tevaya cîhanê.
Ji despêka ku girûpên çekdar derbasî Efrînê bûn,di gotin ew tenê hêzên leşkerî yên HSD , YPG û YPJ ku wekî baskên serbazî yên PKK li deverê di bînin armanc dikin,lê niha û li gorî daxuyaniyeke fermî ji endamê komîta navendî yê PDK-Sê Ebdulrehman Apo ku ew bixwe kurê bajarê Efrînê ye,tekez dike ku girûpên çekdar di bin çavdêriya artêşa Turkiyê de,êrîşên hovane li ser malên alîgirên ENKSê û hin endamên partiya wan di kin.
Hin rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku kiryarên li Efrînê di bin sîwana artêşa Turkiyê de têne kirin,tê xuyanîkirin ku ne tenê partiyekê yanjî aliyekê siyasî armanc di kin,lê belê qirkirina gelê kurd armanc di kin.
Li gorî amarên fermî yên hin rêxistinên mafên mirovan,li ser dirêjahiya salekê 76 kesên sivîl li ser destê girûpên çekdar hatine kuştin,herweha kampîna guherîna demografî jî rojane li Efrînê cibicî dibe û ta niha zêdeyî 200 hezar kesên biyanî li nava gund û bajarên Efrînê bi cî bûne û li beramberî wan xelkên Efrînê neçar di kin ku ji Efrînê koçber bi bin,û li gorî amarên hin saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan,rêjeya xelkên Efrînê daketiya kêmî 30-35% û ev yek metirsiyekê li ser nasnameya Efrînê wekî bajarekî kurdî çêdike.