Keçeke Kurd bi stranan li tora civakî bi navûdeng bûye
Demek e keçeke Kurd a Rojavayê Kurdistanê li tora civakî bi navdeng bûye û bi gotina stranan û jenîna mûzîkê karvedaneke mezin dirust kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Demek e keçeke Kurd a Rojavayê Kurdistanê li tora civakî bi navdeng bûye û bi gotina stranan û jenîna mûzîkê karvedaneke mezin dirust kiriye.
Sîmav Husên Kurdeke Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Almanyayê dijî û ji bilî stranê, mûjilî fêrbûna mûzîkê dibe. Sîmav ji K24ê re dibêje: Çend sal in li Akadimiyeke Almanî ya mûzîkî dixwîne, ta bi wê riyê xizmeta hunera Kurdî bike.
Herwiha Sîmav dibêje: 4 sal in stranan dibêjim, bandora stranên folkurî li ser min gelek e, bi taybet gelek guhdarî stranên Tehsîn Taha û Mihemed Şêxo dikim.
Sîmav bêhtir bi strana “Riya Kobanê Bi Dar e” hatiye naskirin û wek bi xwe jî dibêje, ew dixwaze bi awayekî akademî fêrî mûzîk û stranê bibe, ji bo di pêşerojê de xizmeta hunera Kurdî bike.