Mesrûr Barzanî: Pêwîst e li Sûriyê di her çareseriyeke de mafê hemû pêkhateyan bê gerentîkirin

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Fransa bo Sûriyê Francois Sinimo û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Fransa bo Sûriyê Francois Sinimo û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bû, dawî pêşhatên navçê û pêwendiyên dostane yên di navbera her du gelê Fransa û Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî piştevanî û hevkariya Fransa ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxand û ronî xiste ser pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi arasteya çareserkirina pirsgirêkên mayî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewş û pêşhatên Sûriyê hate nirxandin û tekezî li wê yekê hate kirin, pêwîst e di her çareseriyekê de gerentiya mafê hemû pêkhateyan bê kirin û tevahiya hêzên niştimanî di dariştina pêşeroja wî welatî de beşdar bin.

Ji aliyê xwe  Nûnerê Serokê Fransayê bo Tirkiyê ji bilî hêvîxwastina serkeftinê ji Mesrûr Barzanî di serokatîkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, tekezî li dirêjîpêdan û ferehkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir û ragihand, welatê wî bi piştevanî û hevkariya Herêma Kurdistanê bo pêşketina zêdetir berdewam dibe.  

 

 

S. B