Tawusê Melek ji logoya Şaredariya Midyadê hat derxistin
Şaredarê nû yê Midyadê wêneya Tawusê Melek ku sembola Kurdên Êzdiyan e ji logoya şaredariyê derxist.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaredarê nû yê Midyadê wêneya Tawusê Melek ku sembola Kurdên Êzdiyan e ji logoya şaredariyê derxist.
Di dema Şaredariya HDPê de li ser Logoya Şaredariya Midyada Mêrdînê de, bi armanca nîşandana çanda pêkhateyên navçeyê, digel nîşaneyên mizgeft û dêrê, Tawusê Melek jî hatibû danîn.
Piştî ku Şaredarî derbasî AK Partiyê bû, rêveberiya şaredariyê logo guhert û Tawusê Melek ji logoyê derxistin.
Midyad wek navenda pêkvejiyana ol û netewan tê zanîn û Kurdên Êzdî, Kurdên Sune, Erebên Sune û Suryanî bi sedan salan e bi hev re dijîn.
Hê berê jî hin şaredariyên AK Partî, tabelayên bi zimanê Kurdî rakiribûn û şûna wan tenê yên bi Tirkî danîbûn, piştî ku wê yekê nerazîbûn li dû xwe anîn, tabelayên bi kurdî careke din hatibûn vegerandin.

S. B