Ti rêkkevtinek li gel Kurd, bê Barzanî serkevtî nabe

Nîvîskar û rojnamevanê Îraqî yê nasîyayî, Şamil Ebdulqadir pertûkek li ser rêkkevtinameya Cezayîrê û nisko ya Şorişa Elûlê nivîsîye, ku naveroka wê bi zincîre li rojanmeya Almeşriq a Îraqî belav dibe.

K24 Hewlêr

Nîvîskar û rojnamevanê Îraqî yê nasîyayî, Şamil Ebdulqadir pertûkek li ser rêkkevtinameya Cezayîrê û nisko ya  Şorişa Elûlê nivîsîye, ku naveroka wê bi zincîre li rojanmeya Almeşriq a Îraqî belav dibe.

Di hejmara 4368, roja Çarşemîyê li 3/ Tîrmehê wê rojnameyê, behsa gotûbêjekê dike di navbera rêberê  tevgera rizgarîxwaza Kurd, Mistefa Barzanî û serokê berê yê Îraqê, Sedam Husên û dibêje: Berî rêkkevtina 11yê Adara 1970, Sedam Husên dema serdana, xweda jê razî, Mela Mistefa Barzanî kir, got: Eger dagîrkar ji me ve bibin, Em dikarîn di navbera xwe de bigehîn rêkkevtinê. lê Barzanî bersiva wî da û got: Ev ne gunehê dagîrkaran e! ev guneha me ye!

Sedam got: Çawa tu weha dibêjî? Barzanî got: Tu li van çîya yên li pêşîya me binere û bi tila xwe amaje bo çîyayekî kir. Bi Sedam re got: Tu çi dibînî? Wî jî got: Ez şivanek û mêgelekê dibînim. Barzanî got: Eger şivan nivist û kevte di xewê de û hay ji pezên xwe nema, gur jî bi delîve dît û hêriş kir ser pezan. Bi nerîna te kî berpirse, şivan yan gur? Sedam jî got: bêguman şivan. Barzanî got, me dana te xanîyek gelek xweş heye û pire ji tiştên giran beha û nayab û te der û pencere jî vekirine û dûv re dizek hat û tiştên te dizîn, kî berpirse? Sedam got: bêguman Ez. Me dana xwedîyê xanî û gur û diz hemû dagîrkarin, eger weha be kî berpirse, Em yan dagîrkar?

Dûv re nivîskar dibêje: Sedam Husên hat Gelale û kaxezeka sipî ku îmzaya wî li ser bû, pêşkêşî Barzanî kir û got: Çi daxwazîyên te hene, Ez bê ti merc qibûl dikim û bici dikim.

Wek nivîskar amaje bo dike, piştî rêkkevtina 11yê Adar Sedam Husên poşman bû û li gel Şahê Îranê rêkkevtin çêkir û li bernaber piştîvanî nekirina Şorişa Kurdî, Şetulereb da Îranê.

Nîvskar di pertûka xwe de behsa wê yekê jî dike, eger hikumeta Îraqê bivêt li gel Kurd rêkkevtinekê bike divê li gel rêberatî ya Barzanî be neku ti rêkkevtinek li gel Kurd, bê Barzanî rêkkevtinek serkevtî nabe.