Opozisyon daxwaza guhertina pergala serokatiyê dike

Ev salekî ye ku Tirkîye bi pergala hikûmeta serokkomarîyê tê birêvebirin. Lê belê partîyên mixalefetê û mixalîfên di nav Ak Partîyê da ne ku hewl didin partî ava bikin dibêjin, ev pergal xitimî ye ji loma j, divê Tirkîye yekser derbasî pergala parlamenterîyê bibe

K24-Ankara

Ev salekî ye ku Tirkîye bi pergala hikûmeta serokkomarîyê tê birêvebirin. Lê belê partîyên mixalefetê û mixalîfên di nav Ak Partîyê da ne ku hewl didin partî ava bikin dibêjin, ev pergal xitimî ye ji loma j, divê Tirkîye yekser derbasî pergala parlamenterîyê bibe. Lı gorî şîrovekarên sîyasî, mixalefeta Tirkîyeyê li ser pergala parlamenterîyê tifaqeke ava kirine û wê di heyama nû ya parlamen da herî zêde li ser guehrtina pergal û makezagoneke nû nîqaş bêne kirin.

Li Tirkîyeyê bi taybet piştî hilbijartina şaredarîya Stenbolê, li ser sîstema nû ya rêveberiya Tirkiyê nîqaşeke nû destpê kir. Di salvegera yekemîn ya sîstemê de, partî û layenên mixalîf destnîşan dikin ku Tirkîye bi vê sîstemê nikare bê birêveberin, ji loma jî divê parlemento were bihêzkirin û ji bo serokkomar serokatiya partiyê jî bê rakirin. Her wiha AK Partî jî dibêje pêwîstî bi destkarî heye û divê hin aliyên vê pergalê werin rastkirin û bihêzkirin.

Muharrem Sarikaya-rojnameger, got: "Li gorî Tifaqa Cumhûrê divê ev sîstem dewam bike û heke kêmasîyên wê hebin divê bê sererastkirin. Lê belê Tifaqa Millet û HDP jî dibêjin, ev sîstem bi xwe ra krîzê tîne; divê em vegerin pergala parlamenterîyê. Li alîyê din wê payîzê, êdî bi avakirina partîyên nû, wê li parlamen heyameke têr û tijî û bi nîqaşên li ser makezagoneke nû dest pê bike. Her wiha em diubînin ku di nav rêveberîya Ak Partîyê da ji bo cudakirina wezîfeyên serokkomarî û serokatîya giştî jî tu xebateke tune ye."

Li alîyê din Serokkomarê berê Evdilah Gul û Serokwezîrê berê Ehmed Davutoglu jî di gotarên xwe da pergala nû ya serokkomarîyê ji bo ku ber bi otorîterbûnê ve diçe rexne dikin û dibêjin divê ev pergal bê guhertin.

Mustafa Yilmaz-rojnameger, got: "Bi rastî di sîstema serokatîya Tirkîyeyê da nakokîya herî mezin serokkomarê bi partî ye. Di nav salekê da me dît ku serokkomarê bêalî çiqas girîng e. Bi rastî Gul û Davutoglu her çiqas pergala nû bikin armanc û rexneyên xwe bînin ziman jî, di esasê xwe da ew mixalefetê li şêweya rêveberîya Erdogan dikin. Sîstem neguhere jî bawer im wê ji vir şunda êdî herî zêde nîqaşa serokkomarê bê alî bê kirin."

Li ser hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîrana 2018an ku Tirkîye derbasî pergala nû ya serokkomarîyê bû saleke derbas bû. Tirkiyeya ku ji damezrandina xwe û vir ve 95 sal bû ku bi pergala parlamenteriyê dihat birêvebirin êdî derbasî pergala nû ya serokkomariyê bûbû.