Rûsya vemana Emerîka li Suryayê rewşê aloztir dike

Rosiya radigehîne ku vemana hêzên Emerîka li Suryayê dibe sedema wê yekê ku rewşa wî welatê zêdetir aloz bibe.

K24- Mosko

Rosiya radigehîne ku vemana hêzên Emerîka li Suryayê dibe sedema wê yekê ku rewşa wî welatê zêdetir aloz bibe.

Marya Zaxarova,  gotebêja wezareta derveya Rûsyayê, di kongireyeke  rojanamevanî de, ku nûçegihanê Kurdistan24 têde amade bû, ragehand: Vemana hzên Emerîka li Suryayê ne di berjewendîya wî welatî de ye û rewşa wî welatî aloztir dike.

Hêzên Emerîka li deverên jêr desthilata Hêzên Suriya demokrat(HSD)  li bakûr û rojhilata  Suriyayê belv bûne.

Rûsya û Suriya hêzên Emerîkayê li navçeyên Bakûr û rojhilata Suriyayê bi pêşêlkirina yasayên nêv dewltî dizanin.