Sinan Çiftyorek: Şert û mercê bakûr û Kurdistanê bi giştî, Tirkiyê naçar dike pêvajoyeke nû bide pêşîya xwe.

Serokê Partîya Komonîsta Kurdistan li Dîyarbekir di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan 24, ragehand: Eger hebûna Kurd di destûr de hatiba çespandin wê çaxê me di got Tirkiyê gavek havêjtîye bo pirsa Kurd, lê Tirkiyê ti gav navêjitine ne ti bername jî nîne bo çareserkirina pirsa Kurd.

K24- Dîyarbekir

Sinan Çiftyorek, Serokê Partîya Komonîsta Kurdistan li Dîyarbekir, got:Eger hebûna Kurd di destur de hatiba çespandin yan jî ziman Kurdî biba zimaneke fermî wê çaxê me digot gavek bo çareserkirin pirsa Kurd havêjtine, lê inkarkirina 20 milyon Kurd ku bibêje Kurd bi nijad Turik in, ev wê watayê dide ku wan ti gav nehavêtine û ev ne çaresekirina pirsa Kurde. Eger hebûna TRT6 ku piropagindeyê bo AKPyê dike bi gav danin bo çareskirina pirsa Kurd, ev ne gavin.

Herweha got berpirsênTirkiyê wek sitratîc li pirsa Kurd nanerin, lê gor rojê û berjewendî yên xwe kar li gel pirsa Kurd dikin. Rojek dibêjin pirsa Kurd heye û rojek dibêjin ti neye.

Got jî: berpirsên AKP dihên Diyarbekir dibêjin pirsa Kurd heye û vedigerin Enqereyê dibêjin pirsa Kurd ti neye, her kesê behsa pirsa Kurd jî bike, bi cudaxwaz didin nasîn. Wek dibêjin di Qereqolê de rast dibêjin û di dadgehê de şaş dibêjin, ev şaştîya sîyasetaTirkiyêye. Niha AKPyê ti bername nîne bo çareskirina pirsa Kurd.

Herweha got:Tirkiyê ne danaye pêşîya xwe pêvajoya aştîyê dest pê bike, lê şert û mercê bakûr û her çar parçeyên KurdistanêTirkiyê Mecbûr dike pêvajoyeke nû bidin ber xwe.