YNK bo yekalîkirina kandîdên xwe ji hikûmetê re dicive

Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicive û eger e YNKê kandîdên xwe bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekalî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicive û eger e YNKê kandîdên xwe bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekalî bike.

Endamê Serkirdatiya YNKê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 16:00 civîna Encûmena Serkirdatiyê YNKê dest pê dike û egereke mezin heye YNKê kandîdên xwe bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekalî bike.

Ev piştî wê yekê tê, duhî 5ê Tîrmehê Polîtburoya YNKê civiya û mîkanîzm û raspardeyên xwe ji Encûmena Serkirdatiyê re birê kirin, ji bo deng li ser bide.

Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat raspardin, li gor fermana herêmî jî 30 roj li pêş Mesrûr Barzanî heye, ta pêkhateya kanîneya nû pêşkêşî Parlemantoya Kurdistanê û baweriyê werbigire.

Mesrûr Barzanî di tevahiya civînên xwe bi aliyên beşdarî hikûmetê dibin re daxwaz kir berî dema diyarkirî pêkhateya kabîneya nû bixe pêş Parlemantoyê.

 

S. B