Pêngavên vekirina deriyekî din di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de destpê dike
Pêngavên vekirina deriyekî din ê sînorî yê navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gihîştine qonaxa dawiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêngavên vekirina deriyekî din ê sînorî yê navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gihîştine qonaxa dawiyê.
Li gor zanyariyên K24ê, li gundê Zêtê yê Mêrgesorê deriyê Sînorî yê Zêtê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê vekirin.
Riya kar niha tê de kirin 13 K.M e û tenê jê 2 K.M mane temam bibe, pêngava piştî wê jî, vekirina komelgeha îdarî û gomrikê dibe.
Deriyê Sînorî yê Zête piştî deriyê Îbrahîm Xelîl li bajarê Zaxoyê, dibe duyem deriyê fermî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.
Deriyê Sînorê yê Zêtê dereyekî bazirganî û geştiyar ye, li li qezaya Mergesorê ye û bi dûriya 165 kîlometreyan e dikeve bakurê rojhilatê Hewlêra Paytext, bi vekirina vê deriyê re jî sûdeke mezin ji Herêma Kurdistanê re dibe.
S. B