Grûpên çekdar çiya û daristanên Efrînê dişewitînin

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi armanca firotana daran û çêkirina komir, agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi armanca firotana daran û çêkirina komir, agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar û bi hevrêziya bi koçberên ji navçeyên din ên Sûriyê yên li Efrînê bicih bûne, bi armanca birîna daran û çêkirina komir, agir bi çiya û daristanên gundê Xelîl, Şiyê, Tetera, Hecîka, Cindirêsê, Elbîskê û Reco û derdora Efrînê dixînin û dişewitînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di beşeke din a raporta xwe de belav kir, hejmarek ji koçberên Ereb gorên gundê Gabeleka yê navçeya Şera şikandin.

Amaje bi wê yekê kir jî, ti sedem yan bihaneyek ji bo şikandina goran tune ye, tenê armanca wan ew e, mezargehên olî yên Misliman û Êzidiyan û cihên pîroz wêran bikin.

Wê rêxistina mafên mirovan belav kir jî, Desteya Perwedeyê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê bi biryara Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya opozîsyona Sûriyê, 4 mamosteyên Kurd û mamosteyekî ji pêkhateya Ereb bi hinceta berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, ji kar dûrxistin.

Maosteyên Kurd navên wan (Şiyar Mihemed, Yûsif Henan, Dilşêr, Mehmûd Şêx Nasan) in, Lê piştî çend rojan mamosteyê Ereb Xidir Mehmûd vegerî ser karê xwe.

 

S. B