Hewlên Tirkiyê yên avakirina herêma aram didomin

Yek ji rojevên serekê ya Tirkiyeyê li bakûrê Sûriyeyê damezrandina navçeya aram e. Li Tirkiyeyê Lijneya Ewlehiyê a Millî ya Tirkiyeyê civiya û biryara navçeya aram bi navê "Korîdora Aştiyê" derket pêş. Pispor rave dikin ku binavkirina Korîdora Aştî tê wateya ku sebra Tirkiyeyê êdî nemaye û dikare bi tena serê xwe operasyonekî ser bakûrê Sûriyeyê bike. Lê bele dibêjin di warê teknîkî de vê demê ne mimkun e ku Tirkiye navçeyeke aram ku kûrahiya wê biqasî 30 kîlometreyan e ava bike.

K24- Enqere

Yek ji rojevên serekê ya Tirkiyeyê li bakûrê Sûriyeyê damezrandina navçeya aram e. Li Tirkiyeyê Lijneya Ewlehiyê a Millî ya Tirkiyeyê civiya û biryara navçeya aram bi navê "Korîdora Aştiyê" derket pêş. Pispor rave dikin ku binavkirina Korîdora Aştî tê wateya ku sebra Tirkiyeyê êdî nemaye û dikare bi tena serê xwe operasyonekî ser bakûrê Sûriyeyê bike. Lê bele dibêjin di warê teknîkî de vê demê ne mimkun e ku Tirkiye navçeyeke aram ku kûrahiya wê biqasî 30 kîlometreyan e ava bike.

Li Tirkiyeyê nîqaşên ser li bakûrê Sûriyeyê avakirina herêma ewle didomin. Herî dawî di serokatiya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de Lijneya Ewlehiyê ya Millî a Tirkiyeyê civiya û encama civînê de avakirina herêma ewle bi navê Korîdora Aştiyê derket pêş ku dê bo vê yekê xebat werin destpêkirin. Beriya niha jî gelek hevdîtin di navbera Tirkiye û Emerîkayê de ser herêma ewle hatin kirin lê belê ji ber sedemên kontrolkirin, kûrahî û ji herêmê derxistina YPG lihevkirinek pêk nehat. Li gorî îddîayan Emerîka herêmekî ku kûrahiya wê biqasî 5 kîlometreyan pêşniyaz kiriye lê Tirkiyeyê jî daxwaz dike ku kûrahiya herêma ewle biqasî 30-35 kîlometrêyan be. Pispor Mîthat Işik amaje dike Tirkiye dixwaze ser sînorên xwe aştiyekî ava bike û vê yekê jî dixwaze heta ku bikaribe YPGê ji ser sînorên xwe dûrbixe. Işik dibêje bo vê jî pêdivî bi qadeke berfireh heye.

Mîthat Işik – pispor, dibêje: "Dema mirov li çekên destê YPGê de dinerê kurahiyeke biqasî 5 kîlometreyan zêde hindik e. Di nava PKK ango YPGê de hin rêxistinên din jî hene. Di destê wan de çek û moşekên menzîldirêj hene û eger du moşek ji Sûriyeyê bo Ceylanpinara me bên avêtin dê şer derkeve. Ji ber vê yekê Tirkiye daxwaze bêçekkirina YPGê dike. Piştre jî bi hêdî hêdî dixwaze YPG dûrî sînorê xwe bike û heta bikaribe wê paş bixe.

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Oytun Orhan jî amaje dike Korîdora Aştiyê ji ber bê encam mayîna gotûbêjên di navbera Tirkiyeyê û Emerîkayê de derketiye û bibiryarîbûna Tirkiye nîşan dide.Oytun ser avakirina herêma ewle dibêje, niha bi operasyoneke bêyî Emerîkayê di warê teknîkî de ne mimkine ku Tirkiye di kurahiyekî biqasî 30 kîlometreyan de herêmeke ewle damezrîne.

Oytun Orhan - pisporê têkiliyên navneteweyî, got:"Tirkiye û Emerîka kordîne bixebitin mimkine ku di kûrahiyeke biqasî 30 kîlometreyan de navçeya aram werê avakirin. Di vê qonaxê de divê Emerîka YPGê qaneh bike, lê YPGê berxwedanekî cidî li dij têketina artêşa Tirkiyeyê ya bo Sûriyeyê dide. Ger Tirkiye bi tena serê xwe bixwaze ava

bike wê çaxê hin pirsgrêkên teknîk derdikevin. Li herêmê gelek leşkerên Emerîkî hene û di egera qezayekê de dê di navbera her du welatan de kêşeyên cidî yên dîplomatîk derkevin. Di warê teknîkî de wekî operasyonên şaxê zeytûnê û Mertala Firatê Tirkiye nikare bi operasyonekê di kûrahiyekî biqasî 30 kîlometreyan de navçeya aram ava bike.

Pispor rave dikin di demekî kinde li Sûriyeyê avakirina navçeya aram xuya nake lê bele Tirkiye dikare beş bi beş bi operasyonan herêmên stratejîk yên ser sînor bistîne û ji ber berxwedana YPGê vê qadê bi hêdî hêdî berfirehtir bike. Herwiha serokê partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyeyê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku dê ew di egera operasyonekî ser bakûra Sûriyeyê de piştgiriyê bidin hikûmetê.