Welatî daxwaza aştî û kar dikin
Li Enqereya paytexta Tirkîyeyê rêûresma Cejna Qurbanê wek hemû alema Îslamê bi nimêja Qurbanê dest pê kir. Geştyar û penaberên Sûrîyeyî, Efrîqayî û Yemenî kul i Enqereyê ne bi cil û bergên xwe yên herêmî çûn Mizgefta Kocatapeyê û erkên xwe yên nimêja Cejna edakirin. Hêvî û daxwaza penaberan ev e ku ew zûtirîn demî da vegerin welatê xwe. Her wiha welatîyên Tirkîyeyê jî daxwaza aştî û başbûna aborîyê dikin.
K24- Enqere
Li Enqereya paytexta Tirkîyeyê rêûresma Cejna Qurbanê wek hemû alema Îslamê bi nimêja Qurbanê dest pê kir. Geştyar û penaberên Sûrîyeyî, Efrîqayî û Yemenî kul i Enqereyê ne bi cil û bergên xwe yên herêmî çûn Mizgefta Kocatapeyê û erkên xwe yên nimêja Cejna edakirin. Hêvî û daxwaza penaberan ev e ku ew zûtirîn demî da vegerin welatê xwe. Her wiha welatîyên Tirkîyeyê jî daxwaza aştî û başbûna aborîyê dikin.
Wek hemû alema Îslamê li Enqereya paytexta Tirkîyeyê jî rêûresma Cejna Qurbanê serê sibê bi edakirina Nimêja Cejnê dest pê kir. Welatî, penaberên Sûrîyeyî, Efrîqayî û geştyarên li vir berê xwe dan mezintirîn mizgefta Enqereyê Mizgefta Kocatepeyê. Pıştî edakirina nimêj û dayîna xutbeyê Melayê Mizgefta Kocatepeyê Hafiz Mehmet Atici got, divê ev roj ji bo feqîr, hêjar û penaberan bibe roja şahî û kêfxweşîyê.
Mehmet Atici-Melayê Mizgefta Kocatepeyê, got:"Serî da cejna we û ya hemû xwişk û birayên me yên misilman bila bimbarekî be. Divê ev roj ji bo feqîr, hêjar, penaber, nexweş û îxtîyaran bibe roja şahî, parvekirin û kêfxweşîyê. Ev roj roja parvekirin û serdana xizm û eqrebayan e. Divê em nexweş û îxtîyarên xwe jî jibîr nekin û biçin serdana wan."
Hin jin û mêrên Somalîyî û malbateke Yemenî ku li Enqereyê penaber in bi cil û bergên xwe yên herêmî li xwe û li zarokên xwe kiribûn û berê xwe dabûn mizgeftê.
Evdurrezaqê Somalîyî-Xwendekar, got:"Em di hemû cejn û rojên înîyê da van cil û bergên herêmî li xwe dikin, da ku em li derva jî edet û çanda xwe jibîr nekin. Dema min bi vî awayî dibînin gelekî kêfa mirovan jî tê."
Nasır Mihemed-Penaberê Somalîyî, dibêje:"Cejna Qurbanê ya hemû alema Îslamê pîroz be. Hêvîdar im ev roj ji bo hemû însanîyetê bibe wesîleya xêr û bereketê. Bila ev roja pîroz ji bo me penaberan jî bibe sedema vegera bo welatê me."
Omer Ehmed-Penaberê Yemenî, got:"Cejna Qurbanê li hemû kesan pîroz be. Bi taybetî jî ji bo me zarokan ev roj gelekî xweş e. Em ê îro biçin park û lûnaparkê û bi têra dilê xwe bilîzin. Cejn pir xweş e. Dexwezla her roj cejn bûya."
Welatîyên Tirkîyeyê jî herî zêde hêvîya aştî, çareserî û başbûna aborîyê dikin. Ciwanên ku ji zanîngehê mezun bûne jî herî zêde hêvîya karkirinê dikin.
Gulseren Demîr-Welatî, dibêje:"Bila ev cejn bibe wesîleya xêr û berekete. Bila şer û pevçûn tunebûn. Bila êdî aramî û aştî bê Tirkîye û Rojhilata Navîn. Bila tu kes neyê kuştin. Bila êdî çareserî çêbibe. Herî zêde aştî û aramî ji me ra lazim e."
Mehmed Kesin-Welatî, dibêje:"Ev cejn bi xemgînî derbas dibe. Lewra li Rojhilata Navîn hêj şer û pevçûn heye. Bi hêvîya ku êdî şer raweste û aştî were. Bi taybetî ez cejna xwişk û birayên xwe yên li Herêma Kurdî ya Îraqê pîroz dikim û ji Hewlêr û Silêmanîyê ra silav û rêzên xwe pêşkêş dikim."
Buşra Ozdemir-Welatî, got:"Ez îsal ji zanîngehê der çûm û mixabin bê kar im. Bi sed hezaran ciwanên ji zanîngehê derçûne niha betal in, tu karekî nakin. Min bi xwe beşa tendurustîyê xwende. Dixwazim ku Wezareta Tendurustîyê kadroyên nû veke û em jî bêne îstixdamkirin."
Pıştî edakirina nimêja cejna Qurbanê welatîyên ku qurban serjêdikin berê xwe dan bazar û qadên qurbana da ku ajalên xwe serjêkin û ferz û ruknên cejna Qurbanê pêk bînin.