Şengalî li benda rêkkevtina Îraq û Herêma Kurdistanê ne daku vegerin
Piştî Şengal hatîye kontirolkirin ji alîyê Daişê ve, pêkhateyên wê deverê hemû awarebûn û heya niha 15٪ ji Êzdîyan vegerîyane û tenê yek malbata Kirîstîyan li gel hejmareke gelek kêm ji musilmanan vegerîyane. Yek ji endamên civata qeza Şengal dîyar dike, jibo başkirina rewşa Şengalê û vegerîyana awareyan pêtvî bi hikumeteke xwecihî ya nû heye bi razîbûna herdû hikumetên Heerêma Kurdistanê û hikumeta Îraqa fîdralî.
K24- Hewlêr

Li dema kontirlkirina Şengalê ji alîyên çekdarên Daişê ve, pêkhateyên Şengalê bi hev re aware bûn, lê Şengal bi bajrê bi hev re jîyanê hatibû naskirin. Çunku Êzdî, Musilman û Kirîstîyan bi hev re û bê cudahî li gel hev dijîyan. Niha hejmara herî mezin ji wan awre ne û 5 salin bi egera milmilanê hêzên cuda û nebûna xizmetguzarîyan nekarin vegerin Şengalê.
Bi nerîna Îsa Şemûn, endamê Civata Qeza ya Şêxan, çareserîya arîşe ya Şengalê ewe ku hêzeke hevpişik bo bihêt dabîn kirin û kargêrîyeke nû bo bihêt danan daku aramî hebe û rê xweş bike bo vegerandina awareyan.
Li sinûrê qezaya Şengalê bi nahîye, komelgehên û gundên wê ve, 80% ji xelkê wê Êzdî bûn û yên din Musilman, Kirîstîyan û Ereb bûn, lê heya niha tenê 15% ji Êzdîyan vegerîyane û yek malbata kirîstîyan vegerîyaye û 2% Musilman vegerîyane û hemû çaverê dikin, ku rêkkevtinek di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Bexdayê rêkkevtinekê bikin û careka din xelik vegerin cihên xwe.