Proseya cîbicihkirina biryara azadkirina Demîrtaş wê çawa be?

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê karvedanên biryara Dadgeha Enqereyê ya azadkirina Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demîrtaş didom in. Jiber ku cizayê pesendkirî yê Demîrtaş heye, ew yekser nehat azadkirin. Lê belê, parêzerên Demîrtaş niha amadeyiyê dikin, ji bo ku Demîrtaş bi şertê kontrola dadî bê azadkirin, serî li Dadgehên Stenbol û Enqereyê bidin. Herwiha rayedarên HDP jî, dibêjin divê êdî Demîrtaş bê azadkirin û di sîyasetê da çalak be.

K24- Enqere

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê karvedanên biryara Dadgeha Enqereyê ya azadkirina Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demîrtaş didom in. Jiber ku cizayê pesendkirî yê Demîrtaş heye, ew yekser nehat azadkirin. Lê belê, parêzerên Demîrtaş niha amadeyiyê dikin, ji bo ku Demîrtaş bi şertê kontrola dadî bê azadkirin, serî li Dadgehên Stenbol û Enqereyê bidin. Herwiha rayedarên HDP jî, dibêjin divê êdî Demîrtaş bê azadkirin û di sîyasetê da çalak be.

Karvedanên biryara Dadgeha Enqereyê ya azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Silehdîn Demîrtaş didomin. Ji ber ku Demîrtaş ji dozekê din bi qasî 4 sal û 8 meh cizayê wî yê pesendkirî hebû, Demîrtaş yekser nehat azadkirin. Heta Serdozgerîya Komarî ya Enqereyê îtirazê biryara dadgehê kir. Li ser vê yekê niha parêzerên Demîrtaş amadehî dikin ku di nava çend rojan da piştî ku Dadgeha Enqereyê biryara dawî da ew ê ji bo ku bi şertê kontrola dadî Demîrtaş bê azadkirin serî li 26emîn Dadgeha Cizayê Giran a Stembolê bidin.

Li gorî Mesut Ozerê parêzerê Demîrtaş, ji bo ku Demîrtaş bi serbestîya kontrolî bê azadkirin û cizayê wî yê mayî yê 8 mehan li derve derbas bike hemû şert û mercên wî pêkan e û ew hêvîdar in ku dadgeha biryareke erênî bide.

Mesut Ozer, parêzerê Demîrtaş, dibêje:"Ji bo Demîrtaş bi serbestîya kontrolî bê azadkirin û cizayê wî yê mayî yê 8 mehan li derve derbas bike hemû şert û mercên wî pêkan e. Em hêvîdar in ku dadgeha Stembolê biryareke erênî bide û Demîrtaş bê azadkirin."

Her wiha ev biryar ji ber ku berîya biryara DMMEyê hat dayîn rê li ber şîroveyên ku biryara dadghe Tirkîyeyê biryareke sîyasî ye vekir. Parlamenterê HDPê Erol Katircioglu jî di wê qenaetê da ye ku ev biryar girêdayî biryara DMMEyê ye. Katircigolu balê dikşîne ser populerbûna Demîrtaş û helwesta wî ya demokratîk û dibêje divê êdî serokekî wiha di girtîgehê da nemîne û yekser bê azadkirin.

Erol Katircioglu, parlamenterê HDPê, got:"Wisa xuya ye ku biryara azadkirina Demîrtaş bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ra girêdayî ye. Lewra DMME wê careke din biryara azadkirina Demîrtaş bide. Ji loma jî hinekê sîyasî ye û xwestin ku berîya wê biryara tehlîyeyê bidin. Ez bawer dikim ku wê bê azadkirin û di

têkoşîna me da jî wê gelekî bifeyde be. Jixwe Demîrtaş bûye sembola demokrasîyê."

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş di 4ê Mijdara 2016an da hatibû girtin û bi propagandaya rêxistinê 4 sal û 8 meh cizayê girtîgehê lê hatibû birrîn. Niha çavê hemû kesî piştî biryara tehlîyekirina Demîrtaş li ser bidawîkirina proseya serlêdanên parêzerên wî û li ser biryara dawî ya dadgehê ye.