Parlamena Tirkîyê di 1ê Cotmehê da vedibe

Li Tirkîyê, dê 1ê Cotmehê heyama nû ya yasadînan a Parlamen destpê bike. Loma partîyên sîyasî xwe ji bo heyama nû amade dikin. Şîrovekarên sîyasî didin zanîn, ku dê heyama nû ya Parlamena Tirkîyê bi rojevek têrnîqaş destpê bike û eger heye, ku arîtmetîka parlamen jî, biguhere. Herwiha parlamenterên HDP didin zanîn, ku dê di heyama nû de, politikaya wan a sereke, çareserîya pirsa Kurd û Makezagonek nû ya demokratîk be.

K24- Enqere

Li Tirkîyê, dê 1ê Cotmehê heyama nû ya yasadînan a Parlamen destpê bike. Loma partîyên sîyasî xwe ji bo heyama nû amade dikin. Şîrovekarên sîyasî didin zanîn, ku dê heyama nû ya Parlamena Tirkîyê bi rojevek têrnîqaş destpê bike û eger heye, ku arîtmetîka parlamen jî, biguhere. Herwiha parlamenterên HDP didin zanîn, ku dê di heyama nû de, politikaya wan a sereke, çareserîya pirsa Kurd û Makezagonek nû ya demokratîk be.

Heyama nû ya yasadanîna Parlamena Tirkiye wê di 1ê Cotmehê da bi merasîmeke fermî dest pê bike. Di rojeva parlamen de çendîn babet û mijarên girîng yên wek Paketên Reforma Darazê, careke din egera rakirina parêzbendîyên HDPê, avakirina du partîyên nû û di encama wê de jî egera guhertina arîtmetîka partîyên sîyasî li parlamen heye. Li alîyê din jî hikûmeta Ak Partîyê hewl dide ku di pergala nû ya serokkomarîyê da û di kabîneya wezîran da hin guhertinan pêk bîne.

Rojnamegerên ku meclîsê ji nêz ve dişopînin didin zanîn ku wê di heyama nû da gelek geşedanên nû biqewimin û li Tifaqên Milet û Cumhurê jî hin alîyên nû daxil bibin.

Muharrem Sarikaya (rojnameger), got:"Bêguman li meclîsê wê heyameke têr bi nîqaş dest pê bike. Alîyekê ve paketên reformê, alîyekê jî mijara kesên KHK'yîyan hene. Tê gotin ku hikûmet wê xebateke bide destpêkirin. Lewra niha ji bo Komîsyona OHALê 126 hezar kesî ji bo vegere ser karê xwe serî lê daye. Her wiha din av Ak Partîyê da jî livûtevgerdarîyeke navxweyî heye. Lewra du kom jê cihê bûn û niha ew ê partî ava bikin. Dibe ku tifaqên nû jî bên rojevê."

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ji bo heyama nû dibêje ew wek HDP wê di serî da polîtîkayên bo çareserîya meseleya Kurd û makezagoneke nû bixin rojeva xwe.

Huseyin Kaçmaz (parlamenterê HDPê yê Şirnexê) got:"Desthilata AKPê di meseleya Kurdî da hêj politikaya şerî didomîne. Ji loma jî di heyama nû da em ê berîya her tiştî giranî bidin çareserîya pirsa Kurdî. Her wiha wê xebatên me yên bo makezagoneke nû ya demokratîk jî bidomin. Heta em ê bi awayeke şênber wek pêşnûma amade bikin û pêşkêşî raya giştî bikin. Yanê wisa xuya ye ku wê heyama nû dijwartir derbas bibe."

Rayedarên Ak Partîya ku li gel MHPê di nav tifaqê da ne radigihînin ku di rojeva wan da proseyeke nû ya çareserîyê nîne. HDP û CHP jî ji bo çareserîya pirsa Kurdî Parlamena Tirkîyê destnîşan dikin. Heta partîya mixalefeta sereke CHP wê di heyama nû da rapora xwe ya bo çareserîya pirsa Kurd eşkere bike.