Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekir didome
Helbestvan: Ciwanên Kurdan helbestvanên klasîk dinasin lê helbestên wan nizanin.
K24 – Diyarbekir
Di 7. Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekir de hatçoya xwîneran bi eleqeyeke baş didome û îsal li gorî salên borî xwînerên Kurdî zêdetir in lê di warê helbesta Kurdî de qasî roman û çîrokê rewş ne di asteke baş de ye. Helbestvan dibêjin Kurd helbestvanên klasik dinasin lê ji xwendina helbestan dûr in.
Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekir ku di 28ê îlonê de deriyên xwe bo xwîneran vekir didome. Xwîner bo pêşangehê eleqeyeke baş nîşan didin û bo Kurdî jî rewş li gorî salên borî baş e. Xwînerên berhemên bi Kurdî di salên dawîn de hêdî hêdî ber bi zêdebûnê ve diçin û roman û çîroka Kurdî jî digihîje asteke baş. Gelo rewşa baş a çîrok û romanê di warê helbesta Kurdî de jî xwe dide der an na. Helbestvan Arîf Selçûk amaje dike ku di salên dawîn de di nava ciwanên Kurdan de mereqek bo helbesta Kurdî dest pê kiriye.
Helbestvan Arîf Selçûk ji K24ê re got: "Dema em muqayese dikin pêşketinek xuya dike derbarê helbesta klasik de û derbarê ciwanan de. Di nêrîna ciwanan de guherînek heye. Ji berê gelek zêdetir ber bi helbesta klasik ve meşek, surkulasyonek heye. Ev jî me keyfxweş dike."
Xwînerên berhemên Kurdî jî di Pêşangeha pirtukan a Diyarbekir de di nava lêgerînekê de ne ku helbestên bi dile xwe peyda bikin. Beşek ji xwîneran ji hemu helbestên Kurdî hes dikin, beşek xwîner ji ber Kurd in lê Kurdî nizanin xemgîn dibin.
Di 7. Pêşangeha Pirtukan a Diyarbekir de di warê helbesta Kurdî de rewşa derketî holê ya balkêş ew e ku di nava ciwanên Kurdan de bo helbesta Kurdî kêmzêde mereqek hişmendiyek dest pê kirî ye û gelek ciwan helbestvanên klasik ên Kurdan dinasin lê ya herî balkêş ew e ku helbestên van helbestvanan naxwînin.