140 hezar KHKyî daxwaza vegera karên xwe dikin

Li Tirkîyeyê hêj alozî û nîqaşa li ser çarenûsa 140 hezar kesên ku di Rewşa Awarte da bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê KHK jikar hatine avêtin didomin.Civîna Platforma KHKyîyan bi biryara Walîtîya Enqere ve hate qedexekirin û têketina wan bo Enqereyê jî hate astengkirin. Li ser vê yekê Platform civîbna xwe li Navenda HDPê lidar xist. Parlamenterên HDP yên KHKyî û berpirsên Paltformê didin zanîn ku armanca wan vegerandina ser kar û bidawîkirina mezdûrîyeta wan e.

K24- Enqere

Li Tirkîyeyê hêj alozî û nîqaşa li ser çarenûsa 140 hezar kesên ku di Rewşa Awarte da bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê KHK jikar hatine avêtin didomin.Civîna Platforma KHKyîyan bi biryara Walîtîya Enqere ve hate qedexekirin û têketina wan bo Enqereyê jî hate astengkirin. Li ser vê yekê Platform civîbna xwe li Navenda HDPê lidar xist. Parlamenterên HDP yên KHKyî û berpirsên Paltformê didin zanîn ku armanca wan vegerandina ser kar û bidawîkirina mezdûrîyeta wan e.

Li Tirkîyeyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an nêzikî 140 hezar karmend û xebatkarên dewletê bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê KHK jikar hatibûn avêtin. Platforma KHKyîyan bi mebesta ku dengê xwe bigihîjinin civakê xwestin Enqereyê li eywana Yilmaz Guney ya Şaredarîya Çankayayê "Hevdîtina Mezin ya KHKyîyan" lidar bixin lê belê, civîn ji alîyê Walîtîya Enqereyê ve hate qedexekirin. Li ser vê yekê bi vexwendina HDPê civîna KHKyîyan di 5ê Cotmehê da li Navenda HDPê birêve çû. Lê belê îja kesên ku ji bajarên cuda yên Tirkîye û bakurê Kurdistanê hatibûn di têketina Enqereyê û têketina HDPê da rastî astengî û tundîya hêzên ewlekarîyê hatin.

Parlamenterê HDPê yê Îdirê Habîb Eksîkê ku ew jî bi KHKê jikarê xwe yê bijîşkîyê hatîye avêtin dibêje, nêzî mîlyonekê însan hatine mexdûrkirin, lê belê hêj hikûmet tu pêngaveke micid neavêtîye.

Berpirs û endamên Platforma KHKyîyan, didin zanîn ku armanc û daxwaza wan vegerandina ser kar û bidawîkirina vê neheqeyê ye. Berpirsên Platformê radigihînin ku ew ê bi serdan û hevdîtinan ji partîyên sîyasî û ji civakê daxwaza piştevanîyê û çareserîyê bikin.

Munîr Korkmaz (koordînatorê platforma KHKyîyan) dibêej:"Bêyî cudahîya netew, ziman, ol û îdeolojîyan îro em bes wek mexdûrên KHKê hatin bal hev. Daxwaza me jî bidawîkirina vê neheqîyê ye. Ji loma jî em ê di her şert û mercan da daxwaza mafên xwe yên rewa bikin. Ji ber vê jî em ê ji xeynî partîyên AKP, MHP û Vatanê serdana hemû alîyên sîyasî û civakî bikin. Wê berxwedana me bidome."

Li alîyê din nûner û berpirsên gelek sazî û komeleyên mafgên mirovan yên wek Komeleya ÎHDê jî di hevdîtina KHKyîyan da amade bûn. Mafnas Fatîn Kanat dibêje, li Tirkîyê yasayên mafên mirovan bes li ser kaxiz dimînin.

Fatîn Kanat (hevserokê ÎHDê ya Şaxa Enqereyê), got:"Astengkirina hevdîtina KHKyîyan neçareserî ye. Qedexekirina civîna wan li dijî Destûra Bingehîn û yasayên mafên mirovan e. Lê em dibînin ku ev yasa bes li ser kaxizê dimînin. KHKyîyên ku rastî neheqîyê hatine çiqas diçin bihêz dibin. Ew bes daxwaza mafên xwe dikin."

Her çiqas bi mebesta ku kesên bê sûc vegerên ser karên xwe Komîsyona Rewşa Awarte OHAL hatibe avakirin û 126 hezar û 200 kesî serî lê dabe û derbarê 84 hezar û 300 kesî da biryarên erênî an neyînî hatibin dayîn jî li gorî Platforma KHK ev Komîsyon birêk û pêk karê xwe nake.