HDP: Rakirina parêzbendiya Kiliçdaroglu, operasyona bêdengkirina CHPê ye
Pevydarê HDPyê da xuyakirin, daxwazên rakirina parêzbendiya Kemal Kiliçdaroglu, operasyona bêdengkirina CHPê ye û dixwazin hevpeymaniya Miletî parçe bikin.
K24- Hewlêr
Pevydarê HDPyê da xuyakirin, daxwazên rakirina parêzbendiya Kemal Kiliçdaroglu, operasyona bêdengkirina CHPê ye û dixwazin hevpeymaniya Miletî parçe bikin.
Serokê Giştî yê MHPyê, Devlet Bahçelî, daxwaza rakirina parêzbendiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dike û dibêje, bi armanca vekolînê ji pêwendiyên CHP û HDPyê, komîsyonek damezrandin e.
Peyvdarê HDPyê, Gunay Kubîlay derbarê daxuyaniyên Bahçelî got: CHP helwesteka demokratîk wergirtiye dijî biryara dûrxistina şaredaran û danîna qeyuman rawesta ye. Da zanîn jî, Bahçelî dixwaze, CHP piştevaniya siyaseta wan ya nijadperest, tekperest û dagirkirina Sûriyê bike, lê CHP neketiye di vê xefkê de.
Kubîlay got: Daxwaza rakirina parêzbendiya Kiliçdaroglu peyameke bo hemû CHPyê, ku xwe ji HDPyê dûr bixe û hember siyaseta nijadperest bêdeng bimîne û bang li CHPyê kir, piştevanî bide xebatên têkbirina faşîzmê.