Tirkiye armanca operasyona li Rojavayê Kurdistanê aşkere dike

Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, armanca wan ji avakirina “herêma ewle” ne dabeşkirina Sûriyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand, armanca wan ji avakirina “herêma ewle” ne dabeşkirina Sûriyê ye.

Îro Duşemê 7ê Cotmehê Peyvdarê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li Twittera xwe nivîsî: “Navçeya ewle ya ku dixwazin li bakurê Sûriyê dirust bikin, nabe gef li ser yekîtiya xaka Sûriyê”

Herwiha Kalin dibêje, armanca wan gerentîkirina ewlehiya sînorê Tirkiyê ye, ligel wê jî dê penaberên Sûrî jî li wê herêmê bicih bikin.

Koşka Sipî ya Amerîka ragihandibû, Tirkiye bi niyaz e operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê bike, hêzên Amerîkî jî dê ji wê herêmê vekişin.

Şeva bûrî Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan pêwendiyeke telefonî encam dabûn û piştre ew daxuaniya Koşka Sipî wek vêxistina gilopa kesek ji operasyona Tirkiyê re tê nîşandan.  

Her di wê çarçovê de jî, îro berbangê Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji sînorê Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê vekişandin.

 

S. B